'Em kurd in û hezkiriyê azadiyê ne'

  • 09:07 21 Gulan 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Muşer Ulker a ku jiyana xwe bi têkoşîna azadiya nasnameya kurd neqişandiye ruxmê gef û êrişan li qadan e, wiha got: "Ez û diya xwe bi hev re diçûn partiyê, diçûn çalakî û xebatan. Ji ber vê jî timî êriş li me dihat kirin û gef li me dihat xwarin. Zarokên min bi vî rengî mezin bûn. Ya ku li diya min û li min hate kirin li zarokên min jî tê kirin. Çawa ku min piştî diya xwe dev ji têkoşînê berneda wê zarokên me jî dev ji têkoşînê bernede. Em kurd in û li vir in."
 
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve rastiya Kurd û Kurdistanê tê înkarkirin û bikaranîna van gotinan jî hate qedexekirin. Li dijî parastina nasnameya kurdayetiyê komkujiyên mezin pêk hatin. Kurd hatin qetilkirin, koçberkirin, hatin sirgunkirin, çand û zimanê wan hat qirkirin. Bi salan e têkoşîna gelê kurd didome. Gelek jinên kurd jî bi vê têkoşînê re çavên xwe li jiyanê vekirin û bi wê re pîr dibin. Her ku têkoşîna kurdan mezin bû êrişên faşizan ên desthilatdaran ji zêde bûn. Dayika têkoşerê azadiyê Muşer Ulker a ku timî di nav têkoşînê de cih girtiye jî ji bo têkoşîna bi salan e didome nimûne ye.
 
Muşer Ulker kî ye?
 
Muşer Ulker li navçeya Pasûra Amedê ji dayik dibe. Ew di 12 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin. Hîna di zarokatiya xwe de bi zoriyên jiyanê re rû bi rû dimîne. Ew dibe dayika 7 zarokan. Li rex ku bi hişmendiya civakê re têdikoşe, li gel wê jî bi hişmendiya nîjadperest a dewletê re jî têdikoşe. Ji ciwaniya xwe ve di gelek pêkhateyan, saziyên sivîl û siyasî yên kurdî de cih girt. Heya roja îro jî di her çalakiyê de bi dengê xwe, stranên xwe, têkoşîna xwe li berxwe dide.
 
Ala ji diya xwe girtiye bilind dike
 
Diya Muşer, Salîhe Yabsûr jî heya ku jiyana xwe ji dest da di nava rêxisitna kurdan de cih girt. Di komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de tevlî çalakiyan dibe. Di çalakiyan de tê girtin û polîs tundiyê lê dike. Muşer vê têkoşîna xwe ji diya xwe Salîhe Yabsûr dewr digire û mezin dike. Muşera di temenê zarokatiyê de zewiciye, hîna zû dibe xwedî zarok jî. Ango di salên 1993'yan de dema 3 zarokên wê hene bi diya xwe re tevlî xebatan dibe. Li gel diya xwe gelek caran tê binçavkirin. Her çiqasî zarokên wê hebe jî dev ji têkoşîna xwe berneda.
 
Ala girtiye, dide destê zarokên xwe
 
Muşerê wiha dibêje "Min gelek gef û êriş xwarin, hatim binçavkirin, tundî li min hat kirin, lê belê bi israr min hezkirina xwe ya kurd û Kurdistanê bir serî. Diya min çawa heya henaseya xwe ya dawî têkoşiya, ez jî têkoşiyam. Min zarokên xwe jî wisa mezin kirine. Zarokên min jî ruxmê hemû gefan dev ji têkoşîna xwe bernadin." Di vê pêvajoya xebatan de polîsan gelek caran bi ser mala wan de girtin. Zarokên wê jî di bin vê derûniyê de mezin bûn. Polîsan êriş û gotinên ne baş li wan kirin. Zarokekî Muşerê jî li dijî van êrişan serî hildide û tevlî nava refên gerîla dibe. Zarokên wê yên din jî di nav xebatan de cih digirin.
 
'Dayikên kurd vê êşê dibînin'
 
Muşerê di axaftina xwe de wiha qala bandora polîsan a li ser zarokên xwe dike: "Ji derve dengê têlsiza polîsan bihata zarokên min dikin qêrîn. Ji min re digotin xwe veşêre vaye hatin te bibin. Zarok ji pasedarên dibistanê jî ditirsiyan. Kurê min ê mezin Ramazan ji berku pasedar li ber deriyê dibistanê dîtibû neçû dibistanê. Dihat digot polîs li ber derî ne. Ji ber ku em nasnameya xwe diparêzin wan dev ji me berneda. Wan tim êriş kirin û me jî li ber wê li berxwe da. Gelek dayikên kurd vê êşê dibînin."
 
'Gef li zarokên min tên xwarin'
 
Muşer di berdewamiya axaftina xwe de jî bal kişand ser gefên li zarokên wê tên xwarin û got: "Gelek caran di riyan de polîsan gef li min û hevalê min xwarine. Ji bo min bitirsînin min girtin û tundî li min kirin. Niha jî bi awayekî tûjtir bi ser zarokên min de tên. Keça min Çîmen Ulker di meclîsa ciwanan a HDP'ê de cih digirt. Ji ber xebata daye meşandin ceza lê hate birîn û gelek caran hate binçavkirin. Mazlum Ulker jî di nav xebatan de cih girt û di 18 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Bi caran kurê min Ramazan Ulker û Osman Ulker ji aliyê polîsan ve hate revandin. Carek Osman revandim ez çûm ber deriyê qereqolê. Polîsên li wir ji min re gotin 'netirse teroristan kurê te nerevandiye'. Min got jixwe terorîstên mezin hûn in ku wisa zarokên me direvînin."
 
'Ez ê tim li pey vê dozê bim'
 
Muşer diyar kir ku ev gefên li zarokên wê tên xwarin heya niha berdewam dike wiha got: "Ji ber êrişên kirine, zarokên min gelek jê nikarin bixwînin. Ji bo di nav siyaseta kurd de cih girtin hatin binçavkirin, gef lê hatin xwarin. Yên ku xwendina xwe qedandin jî nikarin bixebitin. Kurê min Ramazan tenê li gel min mabû lê hizûr nedan wî jî. Me dest dirêjî kesî û malê kesî nekiriye, me dizî nekiriye, me êrişî kesî jî nekiriye. Ya li me tê kirin zilm e. Hûn çibikin jî ez dev ji vê têkoşînê bernadim. Heya ez hebim ez ê li pey vê dozê bim."
 
'Em kurd in û hezkiriyê azadiyê ne'
 
Muşer herî dawî wiha got: "Beriya niha Kongreya TUHA-DER'ê çêbû û cardin min di nav de cih girt. Rewşa min a tendirustiyê nebaş bû. Bi salane dixebitim divê ku min di karekî hêsantir de erk girtiban. Lê belê êrişên ku li ser me dikin jî dibe sedem ez hêrstir bibim. Kîjan kar hebe ez ê bikim. Ji bo êdî nikaribin li ser kesî van gefan bikin, van êrişan bikin. Ez kurd im, zimanê min çanda min ev e. Ez ê tim li vir bim û têbikoşim. Em kurd in û hezkiriyê azadiyê ne."