'Divê em wek rojnamevan hişyar bin û bibin zimanê civakê'

  • 13:52 20 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6'mîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad de ku serê sibehê li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê hat lidarxistin wiha hat gotin:"Gelê me çi ji dest bê dike da ku vê pêvajoyê derbas bike û serkeftinan bi dest bixe. Ji ber wê divê em wek rojnamevan, hişyar bin û bibin zimanê civakê."
 
Îro serê sibehê 6'mîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma "Pêkve Ber bi Ragihandineke Birewer, Berpirs û Sinc ve" li eywana Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest pê kir.
 
Di kongreyê de hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo wiha got:"10 sal li ser avakiria yekitiyê derbas bû ku li hember hemû êrişên hêzên hegemonîk û dewleta tirk têdikoşe.”
 
Seydo bal kişand ser êrişan û wiha domand: "Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişên dewleta tirk a dagirker û hêzên hegemonîk hatin ku bi awayekî rasterast ew dikirin hedef û di encamê de gelek ji wan şehîd bûn."
 
Bengîn Seydo bal kişand ser armancên kongreyê û wiha lê zêde kir:"Di 10 salên derbasbûyî de, hêzên hegemonîk û dewleta tirk bi taybet li ser astên leşkerî, siyasî û heta ragihandinê êrişî herêmê kirin. Ji ber wê ji hemû rojnamevanan tê xwestin ku bi sinc û berpirsyarî kar bikin da ku van êrişan têk bibin."
 
Her wiha hevserokê Gerînendetiya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm behsê kir ku bi saya fedakariyên cangoriyan û berxwedana gelên herêmê, ragihandin gihaştiye vê astê.
 
Mele Îbrahîm diyar kir ku Yekitiya Ragihandina Azad yek ji berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê ye û got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, herêm ji zordestiyê û faşîzmê rizgar kir. Şoreşek çapemeniyê bû. Kesek nedikarî gotinek binivîsanda, lê bi saya xwîna şehîdan îro em dikarin bi azadî nêrîna xwe rave bikin."
 
Her wiha Mele Îbrahîm daxuyand ku pêvajoya heyî, di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de pêvajoyeke girîng e û hesas e, ji ber êrişên aborî, siyasî û leşkerî yên li dijî herêmê tên kirin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Gelê me çi ji dest bê dike da ku vê pêvajoyê derbas bike û serkeftinan bi dest bixe. Ji ber wê divê em wek rojnamevan, hişyar bin û bibin zimanê civakê."
 
Di dawiyê de Ciwan Mele Îbrahîm got: "Divê hemû rojnamevan, rola xwe ya pêşeng bilîzin û bibin dengê gelê herêmê. Ruxmî tevahî astengiyan di warê ragihandinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên girîng hatine avêtin.”