Li Hesekê komxebata Yekitiya Jinên Ciwan
- 13:48 20 Gulan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi giyanê ciwantiyê yê Viyan û Jiyanê em şerê azadiyê bi ser bixin” li Hesekê dest pê kir.
Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi giyanê ciwantiyê yê Viyan û Jiyanê em ê şerê azadiyê bi ser bixin”, li hola Navenda Çandî ya Serdemê ya li Hesekê komxebatek li dar xist. Bi dehan jinên ciwan, endamên Kongra Star û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li komxebatê bûn.
Di komxebatê de mijarên wekî Rejîma Bass, êrişên Dewleta Tirk, helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê û malbata Barzanî bên nîqaşkirin. Jinên ciwan dê plansaziya xwe ya pêşerojê jî di komxebatê de derxin holê.