Emîne Şenyaşar: Çima kesên zarokên min qetil kirin, serbest in?

  • 12:20 20 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Di çalakiya "Nobeda Edaletê" de Emîne Şenyaşar diyar kir ku çima kesên zarokên wê qetil kirine serbest in û got:"Bila zarokê min berdin. Bi vê sedemê ev bû salek ku em li vê derê rûdinin. Hem Remezan û hem jî cejna me li vir derbas bû. Em dixwazin ku hemû kesên di qeydan de xuya dikin bên girtin."
  
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîrana sala 2018'an de li Pirsûsê ya Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9'ê adara sala 2021'ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 438'an de jî berdewam kir. Malbat, di saetên zû yên sibehê de ji Pirsûsê hate ber Edliyeya Rihayê û li devera ku weke "Quncika Edaletê ya Malbata Şenyaşar" tê binavkirin dest bi çalakiya xwe kir. 
 
Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar axivî û got ku zarokên wê li nexweşxaneyê li pêş çavên wê hatine qetilkirin û wiha domand: "Gelo çima kesên zarokên min qetil kirin niha serbest in? Van kesan li nexweşxaneyê mirov qetil kirin. Hûn bi kîjan wijdanî van kesên ku zilm li me kirine berdidin? Em dixwazin ku ev kes bên girtin."
 
Di dewamiya axaftina xwe de Emîne da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar zêdetirî saleke di hucreya yekkesî de tê ragirtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila zarokê min berdin. Bi vê sedemê ev bû salek ku em li vê derê rûdinin. Hem Remezan û hem jî cejna me li vir derbas bû. Em dixwazin ku hemû kesên di qeydan de xuya dikin bên girtin."