Hunermenda kurd Zelal Gokçe hat binçavkirin

  • 12:18 20 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Do bi şev hunermenda NÇM'ê Zelal Gokçe li balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. 
 
Hunermenda kurd a ji Navenda Çanda Mezopotamyayê do bi şev li balafirgeha Stenbolê Zelal Gokçe li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Der barê sedema binçavkirina hunermend  Zelal Gokçe de û piştî girtinê birine ku derê agahî nehat girtin. Hevalên Zelal Gokçe yên hunermend dema biryara binçavkirina wê li ser medyaya civakî ragihandin, wan jî diyar kirin ku ji Zelal Gokçe agahî negirtine.