Amadekariyên 16'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê dest pê kir

  • 11:53 20 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 16'êmîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan a ku bi pêşengiya YJK-E pêk tê îsal dê bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe birêxistin bike, azad bijî" di 18'ê hezîranê de pêk bê.
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku kombûna herî mezin a jinên kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê cara 16'an bê lidarxistin. Mîhrîcana ku bi pêşengiya YJK-E'yê tê kirin, di 18'ê hezîrana 2022'yan roja şemiyê li bajarê Frankfûrtê li Frankensteiner Str. pêk tê. Mîhrîcana ku ji ber pandemiyê 3 sal in nedihate lidarxistin, tê payin ku îsal bi beşdariyeke xurt pêk were.
 
Komîteya Amadekar daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan dest bi karên ji bo mîhrîcanê kirine û wiha hat gotin: "Mîhrîcana me ku wê bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe birêxistin bike, azad bijî' pêk were, wê bi sekna jinê peyamekê bide.
 
Em di demeke wisa de ne ku berxwedana jinê ya bi 9'ê Çileyê, 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê re bilind bû, li Zap, Avaşîn û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê gihîştiye asteke bilind. Hemû pêkhateyên me yên di bin sîwana YJK-E'yê de kar dikin, berxwedana Zap-Avaşînê ya ku mehek li pey xwe hişt bi dirûşma 'Bijî berxwedana gerîla' li qadan pêşwazî kirin, xwedî lê derketin û pêşengî ji çalakiyan re kirin. Nîşan dan ku ew parçeyek ji vê berxwedanê ne. Bi vê wesîleyê em berxwedanê silav dikin, hemû endam û pêkhateyên xwe yên ku xwedî li vê berxwedanê derketine û vî ruhî hîs dikin û didin hîskirin pîroz dikin.
 
Em di pêvajoyeke wiha girîng de xwe ji bo Mîhrîcana Jinan a Zîlan amade dikin. Weke ku tê zanîn 3 sal in ji ber pandemiyê me nikarî mîhrîcana xwe li dar bixin. Em bi hesreta mîhrîcaneke ku bi enerjî, dînamîk, rengîn û coşa jinan bê li dar xistin bûn. Mîhrîcana Jinê ya Zîlan ku em bawerin wê bi tevlîbûneke xurtir bê lidarxistin, hem ji bo vê yekê hem jî ji bo silavkirina berxwedana jinan a li Zap û Avaşînê ku derketiye pêş, wê helwesta jinan a serdemê nîşan bide û peyameke xurt bide. Em bang li jinên kurd ên li Elmanyayê ne, derdor û rêxistinên jinan ên femînîst, çep sosyalîst, demokratîk dikin ku beşdarî vê hevdîtina mezin bibin.
 
Weke hemû mîhrîcanên jinan ên heta niha hatine lidarxistin, bernameya 16'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan jî dewlemend e. Ji bilî hunermendên jin ên bi zaravayên cuda yên kurdî stranan dibêjin, wê pêşandana folklorî û komek dîlanê jî derkevin ser dikê. Her wiha wê konê modayê ku çanda dewlemend a jinên kurd nîşan dide bê vedan. Di mîhrîcanê de her wiha ji bo zarokan wê parka zarokan bê avakirin. Di mîhrîcanê de wê standên agahdarkirinê jî bên danîn ku jin berhemên xwe û berhemên xwe yên rewşenbîrî weke neynika keda jinan nîşan bidin.
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlan li Elmanyayê çalakiya herî mezin a çandî û civakî ya jinên kurd e. Mîhrîcana yekemcar di 10'ê tîrmeha 2004'an de li Gelsenkirchenê bi dirûşma 'Jinên ku sînor derbas dikin tên ba hev' hat lidarxistin. Ji bo Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) 2'yemîn Mîhrîcana Jinê ya Zîlan di 18'ê hezîrana 2005'an de dîsa li Gelsenkirchenê bi dirûşma 'Cîhanek Demokratîk û Ekolojîk' hat lidarxistin.
 
Di salên pêş de li gorî xebatên demkî yên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, mîhrîcan bi dirûşmeyên cuda hate lidarxistin. Dirûşmeyên 'Jin jiyan e, jiyanê nekuje!', 'Em ne namûsa kesî ne, namûsa me azadiya me ye', 'Ji Qirkirina Jinan re Na!' hinek ji wan in. Li hemberî Komkujiya Parîsê ya 2013’yan, bi dirûşmeya 'Sarabûyîn biryardarî, bêsînorbûn û azadî ye' bersiv hat dayîn. Mîhrîcan diyarî 3 jinên şoreşger ên kurd hate kirin.
 
Mîhrîcana di 14’ê hezîrana 2014’an de li Dortmundê bi dirûşmên 'Bi jin a azad re ber bi neteweya demokratîk' û 'Jin ji bo Rêbertî û Azadiyê li çalakiyan e' hate lidarxistin. Mîhrîcana 11'emîn jî bi dirûşma 'Bijî berxwedana jinê ya ji Kobanê heta Şengalê' di 13'yê hezîrana 2015'an de pêk hat. 14'emîn Mîhrîcana Jinê ya Zîlan bi dirûşma 'Parastina Efrînê parastina Şoreşa Jinê ye' di 23'yê Hezîrana 2018'an de bi hezaran jin li hev civand.
 
Herî dawî 15'emîn Mîhrîcana Jinan a ku di 22'yê hezîrana 2019'an de bi dirûşma 'Berxwedan jinê azad dike' ji bo çalakgerên greva birçîbûnê hate lidarxistin. Di festîvalê de yekemcar xwarinên herêmî yên 4 parçeyên Kurdistanê hatin nasandin."