Jin wê li dijî pergalê bi polîtîkayên dema nû li qadan bin

  • 09:04 20 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica der barê xebatan de axivî û got: “Em jinên DBP’yî li dijî rol û mîsyonên pergal li me ferz dike, di dema nû de bi polîtîkayên xwe li qadan rêxistinbûna xwe pêk bînin.”
 
DBP ku hem li herêmê hem li bajarên Tirkiyeyê rêxistibûna xwe didomîne, yek ji hedefa wê ev e ku nûneriya wekhev û têkoşîna jinê mezin bike. DBP ku di nokteya têkoşîna jinê de biryaran digire di 27’ê Sibatê de 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî û Meclîsa Jinan a DBP’ê ava kir.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica der barê avakirinê û xebatan de nirxandin kir.
 
‘Me li ser nûneriya wekhev meclîsa jinan ava kir’
 
Aynurê da zanîn ku ji avabûna DBP’ê heta niha girîngî dane têkoşîna civaka rêxistinkirî û azad û bi têkoşîna azadiya jinê re jî bûye yek û got: “Di 27’ê Sibatê de bi dirûşma ‘Bi civaka azad ber bi jiyana azad’ kongre pêk hat. Yek ji biryara pêk hat nûneriya wekhev bû. Ji bo avakirina meclîsa jinê plan û rêxistinbûnên me hebûn. Ji bo mekanîzma bên avakirin û parastina mafê jinan derkeve pêş, di 27’ê Sibatê de me kongre pêk anî. Piştî wê jî hema me meclîsa jinan a DBP’ê îlan kir. Meclîsa jinan li qada jiyanê ji bo jin bên gel hev xebatên çalak dimeşîne.”
 
‘Xebatên me li dijî êrîşan hene’
 
Aynurê destnîşan kir ku di 8’ê Adar, 21’ê Adar, 4’ê Nîsan û 1’ê Gulanê de meclîsa jinan a DBP’ê bi reng û gotinên xwe li qadan bû, li tax, gund, bajaran xebatên rêxistinkirinê dimeşin. Aynurê ev tişt got: “Em bi pergelake ku hewl dide zemîna 3’yemîn şerê cîhanê ava bikin re rû bi rûne. Em bandora vê li Rojhilata Navîn dijîn. Emperyalîst hewl didin hêzek hegemonîk ava bikin. Em vê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî dibînin. Êrîşên dertên holê jî armanca wan derdixe holê.  AKP-MHP û PDK di xeta îxanetê de bûne yek û êrîşan li hember Kurdistanê pêk tînin. Wek meclîsa jinan a DBP’ê xebatên me li dijî êrîşan hene. Planên AKP’ê hene ku xeta îxanet û bêtfiqakbûnê navbera kurdan de ava bike. Em wek DBP li dijî êrîşên li hember kurdan e. Em li dijî vê têdikoşin. Bêguman herî zêde jin dibin hedef û ji şer zirarê dibînin. Destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Mînaka herî şênber em li Kurdistanê dibînin. Di her xebata xwe de em bi hêzên dewletê re tên rû hev.  Mînak em ji bo jina hatiye qetilkirin derdikevin qadan, polîs gumanbaran diparêze û jinan tehdîd dike.”
 
‘Ji bo civakek rêxistinkirî xebat didomin’
 
Aynurê dayikên li Sîlopiyê yên ber bi sînor ve meşiyane bi bîr xist û wiha daxuyand: “Şerê li Başûrê Kurdistanê tê kirin ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serbixwe nîne. Bi destê PDK’ê yanî bi destê Barzanî êrîş li wir tên meşandin. Yên pêşî li vê bigirin dîsa em jin in. Em wek jinên DBP’ê ji bo jiyaneke azad û civakek rêxistinkirî xebatên xwe dimeşînin. Me hemû jinan li ser rêxistinkirinê plansazî kir. Xebatên me ji bo civakek rêxistinkirî wê bidome.”
 
‘Li Kurdistanê OHAL heye’
 
Aynurê bal kişand ser tecrîda ku sîstematîk bûye û ev tişt bi lêv kir: “Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû girtîgehan tê meşandin. Li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke OHAL’ê ya hatiye îlankirin hebû. Piştre qedandin lê dîsa ji bo Kurdistanê hatiye destpêkirin. Bi OHAL’ê re dixwazin her tiştî di bin kontrola xwe de bigirin. Li dijî vê gel dikin bin tecrîdê. Li dijî vê berxwedan hebûn. Mînak grevên birçîbûnê hebûn. Siyasetmedarên kurd dîl tên girtin. Li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wanê Nobetên Edeletê hene. Desthilatdarî bi giştî têk çûye û bi vê re jî çavsoriya wê her diçe zêde dibe. Herî zêde dîsa jinan hedef digire. Ji ber vê jî hewcedarî bi rêxistinbûnekê heye. Em ê rêxistibûna xwe pêk bînin.”