ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 20 Gulan 2022
  • Rojev
 
*“Dawiya heybetên kombînasyona pergalên em hewl didin lê heyî bibin, nayê: Mêr bi jinan re, mezin bi mezinan re, herêmî bi biyaniyan re, Tirk bi Kurd û Ermeniyan re, heteroseksuel bi hevzayendan re, Musliman bi Xiristiyan re rû bi rûne. Û cihê her kesî gelek teng e.”NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Rojîn Keskîn beriya 4’emîn Konferansa Jinan a Navendî ya Mezin ya di 21-22’yê Gulanê de ji aliyê Meclîsa Jinên HDP’ê ve pêk tê bang li jinên ciwan kir û da zanîn ku divê bi tevlibûnek xurt bersiva desthilatdariyê bê dayîn. BI DÎMEN 
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica der barê xebatan de axivî û got: “Em jinên DBP’yî li dijî rol û mîsyonên pergal li me ferz dike, di dema nû de bi polîtîkayên xwe li qadan rêxistinbûna xwe pêk bînin.”
 
*Endama Lijneya Rêveberiyê ya KNK'ê Nulufer Koçe, diyar kir ku li dijî êrîşên li ser Herêma Federe a Kurdistanê biryarên ku girtine dê di rojên pêş de bikin meriyetê, anî ziman ku ew ê bi pirsa "Jin çi difikirin û wê vî welatî çawa biparêzin?" tevbigerin û got, "Çar parçe wê bibin yek." BI DÎMEN
 
*Rêvebirên MEBYA DER’ê, têkildarî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê axivîn û gotin: "Divê Li dijî vê şerê gelê me bêdeng nemîne û serî rake." BI DÎMEN