Stranên Dengbêj Xalîde sûc hatin hesibandin

  • 16:53 19 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 24 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatibûn kirin. Stranên Dengbêj Xalîde ya NÇM'yî jî wekî sûc hatin hesibandin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 24 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatibûn kirin. Stranên Dengbêj Xalîde ya NÇM'yî jî wekî sûc hatin hesibandin. Îfadeya Xalîdeya ku ev 8 roj in di bin çavan de ye li Qereqola Jandarmayê hat girtin. 
 
Dozgeriyê biryar da ku tevî Xalide, xebatkara HDP'ê Munevver Îlgin 14 kes bi şertê kontrola edlî bên berdan. 10 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Tê payin ku îfadeya 24 kesên din ên di bin çavan de jî bê girtin. Her wiha hat hînbûn strana Zîlan a Xalîdeyê gotiye wekî sûc hatiye hesibandin.