Jinên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de Meşiyan

  • 15:55 19 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Fehîme Poyaraza ya ku di Nobeda Edaletê de axivî, diyar kir ku ew ê hem li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û hem jî ji bo di doza Denîz Poyraz de edalet bê pêkanîn têkoşînê bidin. Li Stenbolê jî dayikan li dijî hemû astengiyan piştî ku çalakiya rûniştinê kirin meşeke kurt li dar xistin. Herewiha xizmên girtiyan ên ku li Amedê çalakiya Nobedê pêkanîn  gotin ku ewê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Bi daxwaza ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên tehliyekirin Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin di roja 63'emîn de li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê berdewam kir. Dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin û xizma girtiyan Fehîme Poyraz di nobedê de axivî. 
 
'Em naxwazin niqûteke xwîn jî birije'
 
Fehîme diyar kir ku wan bi daxwaza edaletê çalakî li dar xistine û got, "Kujer îşkenceya ku li tu kesî nehatibû kirin li keça min kir. Ew faşîst bû û li Sûriyeyê perwerde dîtibû. Ger ku kesên bi vî rengî bikevin nav Gelê Kurd û tirk wê newekhevî rûbide. Em naxwazin dilê tu dayikan biêşe .Em naxwazin dilopeke xwîn jî birije.
 
'Divê polîs jî bên darizandin'
 
Fehîme anî ziman ku dema Onur Gencer keça wê qetil dikir polîs jî li jêr li bendê bûn û ev tişt got, "Em dixwazin ku kesên li bendê bûn jî bên darizandin. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî hem ji bo ku li girtîgehan edalet pêk bê û hem jî ji bo darizandina kujerê keça xwe têkoşîna edaletê bidin. Em dixwazin girtiyên nexweş û ên ku cezayê wan qediyaye bên berdan. Di serî de Ayseş Tugluk bila hemû girtî bên berdan."
 
'Bila dema telefonê bê dirêjkirin'
 
Fehîme got ku cîhazên nû ji bo hevdîtina bi telefonê anîne girtîgehê dema wan a axaftinê pir zû diqede û got, "Em yan 4 deqe  dikarin biaxivin û yan jî nikarin. Nayê famkirin û li girtîgehê înternet baş nakişîne .Telefona ankesorlu hevdîtina pê baştir bû. Ew dibêjin 10 deqîqe biaxivin lê me dixwazin ku 20 deqîqe be."
 
Stenbol
 
Nobeda edaletê ya li Stenbolê jî li ber Edliyeya Çaglayanê di hefteya 9'emîn de berdewam kir. Beriya nobedê dora edliyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Ji bo xizmên girtiyan ên di nobedê de jî Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên din jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Çalakiya rûniştinê
 
Dema ku nobed hat destpêkirin, polîs, qedexeya çalakiyan a Qeymeqamê Kagithaneyê hincet nîşan da û xwest çalakiyê asteng bike. Li ser vê xixmên girtiyan demek dirêj bi polîsan re ketin niqaşê. Dema ku di niqaşê de encam derneket jî xizmên girtiyan hewesta polîsan şermezar kirin û li ber edliyê çalakiya rûniştinê kirin. Polîs xizmên girtiyan bi binçavkirinê tehdît kirin. 
 
'Em li ku li edaletê bigerin?'
 
Di dema nobedê de xizmên girtiyan ji polîs re gotin, "Em ê li ku li edaletê bigerin?" Li hemberî pirsên dayikan polîs bêdeng man. Ji xizmên girtiyan Fincê Akman dema ku xwest wêneyê lawê xwe nîşan bide  polîs bi gotina "Provokasyonê neke"  xwest wê asteng bike.
 
Piştre polîs xwest ji xizmên girtiyan nasnameya wan biigre. Malbatan jî nasname nedan û çalakî bi dawî kirin. 
 
Bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' meş
 
Xizmên girtiyan û jinên li gel wan piştî çalakiyê ji qadê dûr ketin. Li gel astengiyên polîsan malbat bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" heta rawestegeha Metrobusê meşiyan. 
 
Amed
 
Xizmên Girtiyan ên ku li Amedê çalakiya xwe li ber Edliyeya Amecdê li gel rêvberên DHP'ê yên bajar û navçeyên Amedê û DBP, MEBYA -DER, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUAY -DER) û gelek kesî li dar xisitn  gotin, "Gelo Serkomar û Wezîrê Edaletê me nabînin. Bila dewlet baş bizanibe ku zarokên me ne bitenê ne û heta dilopa xwîna xwe ya dawîn em ê ji bo wan têkoşînê bidin. 
 
'Heta dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Ji xizma girtiyan Reşahat Ada axivî. Reşahat diyar kri ku 7 meh in di Noebeda Edaletê de ne û berdewam kir, "Li 3 cihên cuda cuda  em 7 meh in di nobedê de nbe. Serkomar û Wezîrê Edaletê qet me nabînin gelo?  Edalet û hiqûq li ku ye.  Zarokên me di bin zextan de ne.  Zarokên me nayên dermankirin .Ger ku derman nakin bila bi me din em wan derman bikin."
 
'Dema ku mijar dibe gitîgeh herkes disekine'
 
Herdem Mervanî jî got, "Dewleta tirk dixane ku em li vir di nobedê de ne. Ji siyasetmedaran bigire heta bi saziyên sivîl her kes bahsa edaletê dike û bahsa demokrasiyê dike. Lê li hemberî pirsgirêkên li girtîgehan her kes tenê dimîne.  Dema ku ji girtîgehan tabût tên derxistin herkes diaxiv û ev jî ji me re samîmî nayê. 7 meh ne hindikin û dikare gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Lê dema ku mijar dibe girtîgeh tukes tiştekî nake."
 
Nobed bi dirûşmên, "Heq hiqûq edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.