Li Stenbolê ji bo piştevaniya bi Emîne Şenyaşar re daxuyanî hat dayin

  • 15:26 19 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Serhildanan a li ber Edliyeya Stenbolê ji bo Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne daxuyanî da wiha got:"Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye."
 
Meclîsa Serhildanan li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê ji bo piştevaniya bi Emîne Şenyaşar re daxuyanî da. Endamên meclîsê yên pankarta "Em edaletê dixwazin" vekirîbûn dirûşmên "Em edaletê dixwazin, em ê bigirin" û "Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye" berz kirin. Endamê Meclîsa Serhildanan Îsmail Kara daxuyanî xwend. 
 
Lêpirsîn bi têkoşîna malbatê hat vekirin
 
Îsmail bi bîr xist ku çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîn û Ferît Şenyaşar di roja 437'an de ye û got:"Emîne Şenyaşar ji salekê zêdetir e li ber Edliyeya Rihayê nobedê digirin. Hesirên çavên Emine Şenyaşar zuha bû, îşkence lê hat kirin, hat binçavkirin. Ger 4 sal şûnde dozgeriyê dozek vekiribe jî ev bi saya têkoşîna Emîne Şenyaşar e. Îktidara AKP'ê ev çar sal in van kesan diparêze. Faşîzma AKP'ê wê rayeyê bi xwe re dibîne ku mirovan bikuje. Dadgeh, dozger û dadger dibin hevparên sûcê AKP'ê."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye" bi dawî bû.