37 Dayikên Aştiyê tevlî perwerdê bûn

  • 14:41 19 Gulan 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Kongreya Star a Herêma Firatê, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiya Rêber Apo” de perwerdeyek da 37 Dayikên Aştiyê. 
 
Rêxistina Kongreya Star a Hêrêma Firatê, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiya Rêber Apo” de ji bo naskirina rastiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perwerdeyek hat organîze kirin. 37 Dayikên Aştiyê tevlî perwerdê bûn. 
 
Ji Kantona Kobanê û derverên wê dayik beşdarî perwerdeyê bûn. Her wiha perwerde di mala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Gûdê EL-Pelûrê a Rojavayê Kantona Kobanê hat dayîn. 
 
Dayikan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” dest bi perwerdê kirin. Perwerdeya ku bi rêzgirtinê dest pê kir aliyê endama Kongereya Star a Herêma Firatê Edê Bekir ve perwerde hat destpêkirin. Edê, li ser armanca perwerdê rawestiya.