'Em ê li dijî kesên ku xwe li pişt unîformayan vedişêrin têbikoşin'

  • 12:23 19 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan derbarê kuştina Sakîne Kultur de bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Li herêmê amûrên şerê taybet ên dewletê di meriyetê de ye. Lê divê bê zanîn ku em ê li hemberî kesên ku xwe li pişt unîformayan vedişerin têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kûltûr di 14’ê gulanê de ji aliyê Seroka Tevgera Taybet a Herêma Şirnexê Îbrahîm Barkîn ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Kujerê ku hat binçavkirin hat girtin. Her wiha hat hînbûn gelek dosyayên lêpirsînê der barê wî de hene û heta niha bêceza hatiye hiştin. Nûnerên saziyên jinan derbarê mijarê de ji ajanse me re axivîn. 
 
‘Dewlet şîdetê wek mekanîzmayekê bi rêve dibe' 
 
Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, da zanîn ku li bajarên herêmê jinên têkoşer bi êrişan re rûbirû dimînin û got: "Jinên ku ji ber ku xebatên jinan didin meşandin tên darizandin, ev tişt ji ber dijminatiyê pêk tê. Bi destê dewletê şîdet wekî mekanîzayeke tê birêvebirin. Dewlet mekanîzmaya parastinê ne ji bo jinan ji bo erkdarên xwe pratîze dike. Me di danişîna doza Îpek Er de vê tiştî dît, ji ber ku sûcdar bi ûniformayî bû nehat cezakirin û niha jî di nava civakê de ye. Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpekê niha li derve ye. Gulistan Dokû li ku ye? Faîl li ku ye? Mekanîzmayên dewletê sûcdar, kujeran diparêz e û bê ceza hiştinê xelat dike. Ev tişt bi taybetî li bajarên herêmê yên kurdan pêk tê. Li hemberê me darazeke edilane nîne. Daraza ku li gorî îqtîdarê tevdigere heye." 
 
'Li pişt sûcdaran dewlet heye' 
 
Dîlek di axaftina xwe de bal kişand ser rola dewletê û diyar kir ku li pişt kujeran dewlet heye. Dîlek wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em îro wêneyên gelek kesên ku em jê re dibêjin qatil, bi Serokomar, Wezîrê Karên Hundir û wekîlên ku niha li dewletê ne, re dibînin. An jî kesî ku ala tirk didin pişt xwe û dibêje yek milet, yek welat xwe ewle his dikin. Li pêş alê li dijî kurdan diaxifin û vê tiştî wek maf dibîne. Ji ber ku dizane ku ji ber vê yekê nayê cezakirin. Li hemberî pergalek wisa têkoşîneke jinan heye. Jin bi rêxistibûnê û berxwedanê kesên li hemberî xwe baş nas dike. Pergala wan deşîfre dike û hewl dide ku sûcdar bên cezakirin." 
 
'Heke peyman bihata pratîzekirin Sakîne nedihat kuştin'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Kahraman, destnîşan kir ku li gel ku dosyaya Îbrahîm Barkîn de gelek sûcên ku pêk hatî hene jî heta niha tu ceza lê nehatiye birîn û wi ha bi lêv kir: "Îbrahîm Barkin û kesên ku xwe di nava ûnîformayan de vedişerin bila bizanin ku, jin dê her tim li hemberî wê dê têkoşîna xwe bidomîne. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê hejmara kuştina jinan bêtir zêde bûn. Heke peymana Stenbolê bihata pratîzekirin Sakîne û gelek jinên din ne dihatin qetilkirin. Em carek din dibêjin em ê dev jî têkoşîna azadiya jinê bernadin."
 
‘Em ê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin' 
 
Aktîvîsta Jin bi Hev re bi Hêz in Ferîde Eralp, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sakîneyê û wiha axivî: "Sakîne ji hêla Îbrahîm Barkin ve 4 salan bi îşkenceya sîstematîk û destdirêjiyê re rûbirû ma. Dema ku Sakîne li dijî îşkenceyê got 'Na' û li ber xwe da hat qetilkirin. Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, parçeyek hêzên paramîlîter ên ne fermî ya dewletê ye. Ev ji dewletê hêzê digirin û li Kurdistanê polîtîkayên şer ên taybet didin meşandin. Ev tişt bi salane wisa tê kirin û em jî şahidiya vê yekê dikin. Wek bûyera Mûsa Orha ê ku tecawizê Îpek Er kiribû, dewleta mêr li Kurdistanê şerê xwe li ser bedena jinê dide meşandin. Em bang li femînistan dikin ku li dijî vê yekê rawestin. Em ê ji bo Sakîne Kultur dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî zîhniyeta dewlet-mêr, ganîmet, dagirkirina bedena jinê têbikoşîn."
 
‘Xwedî li têkoşîna azadiya jinê derkevin' 
 
Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Gamze Toprak, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bêcezahiştina sûcdaran û got: “Musa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kir, ji hêla darazê ve tu ceza nehat dayîn. Wêrek bû, ji ber ku çawîşê ku li Cizîrê bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî li zarokan kir nehat cezakirin. Berevajî vê, jinên ku li Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê didin meşandin, her roj hatin binçavkirin û girtin. Helbet Îbrahîm Barkîn ji van deran cesaret girt. Dewleta mêr li Kurdistanê li hemberî jinan polîtîkayeke taybet a şer dimeşîne. Em weke Jinên Ciwan ên Azad bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê polîtîkaya şer, li hemberî van polîtîkayên ku Kurdistanê dimeşîne, xwedî li têkoşîna azadiya jinê derkevin û xwedî li xweparastina jinê derkevin."