‘Li ber çavên cîhanê çekên kîmyewî bi kar tînin'

  • 10:52 19 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên wan li Herêma Federal Kurdistanê bi çekên kimyewî hatine qetilkirin gotin: "Hemû dewletên navneteweyî çav û guhên xwe girtine. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin.”
 
Bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Dewleta Tirk di 17'ê nîsanê de êriş bir ser herêma Zap, Metîna û Avaşîn a Herêma Federal a Kurdistanê. Di êrişa ku pêk tên de hat diyar kirin ku çekên kimyewî tên bikaranîn. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êriş û bikaranîna çekên kimyewî didomin. Malbatên ku zarokên xwe di êrişên li hemberî Zap û Avaşînê windakirinê axivin. 
 
‘Em daxwaza azadiyê dikin' 
 
Ramazan Can (Serbest Botan) di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bû, piştî 8 salan di meha sibatê de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Atiye Can (54) wiha behsa kurê xwe kir: "Kurê min zarokek pir baş bû,  jêhatî û zîrek bû. Li dijî zilmê tevlî PKK’ê bûye. Têkiliya wî û hevalên wî gelek baş bû. Dilê min şewitî bila dilê tu dayikek dinê neşewite. Ji şer re êdî bes. Bila ev şer bisekine, dê heta kengî ev şer berdewam bike. Gelê Kurd ne niha bi salan e tên kuştin. Lê li dijî vê zilmê û kuştinê berxwedana Gelê Kurd jî berdewam kir. Gelê Kurd tu carî serî netewand. Kurê min jî ji ber zilma dewletê çû tevlî PKK'ê bû. Em dayik şer naxwazin. Ev bi salan e em daxwaza azadiye dikin. Çi karê Dewleta Tirk heye ku êrişê xaka Başûrê Kurdistanê dike. Ew zilmê li me dikin. ”
 
‘Li ber çavên cîhanê çekên kîmyewî bi kar tînin' 
 
Atiye, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û destnîşan kir ku ev tişt li dijî mirovahiyê ye û wiha bi lêv kir: "Hemû cihan jî gelek baş dizane ku Dewleta 
Tirk li Başûr çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi balafiran lê bi kîmyasalê êriş dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Beriya çend salan li Roboskî me hemûyan dît ku bi balafirê 34 kesan kuştin. Kesên li Roboskî vê komkûjiyê kirin îro êrişê çiyayên Başûr dikin. Li ber çavên hemû cihanê çekên kîmyewî tê bi kar anîn. Hemû dewlet ji bo vê rewşê bêdeng in."
 
‘Li dijî şer yekitî hewce dike' 
 
Atiye, destnîşan kir ku hemû êriş ji bo desteserkirina axa Kurdistanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê bi balafiran, bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên me dikin. Dewleta Tirk li wir çi dike? Hemû neyartiya kurdan dikin. Hemû bûne sîxur û cerdevan. Ger ku nehatina lîstika dewletê em ê îro di vê rewşê de nebûna. Barzanî jî ji bo berjewendiyên xwe piştigiriya Dewleta Tirk dike. Bila ev şer bisekine û dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berdin. Kezeba min şewitî bila ya tu dayikeke din neşewite. Bila  dayik û Gelê kurd li dijî vê şerê û bikaranîna çekên kîmyewî rabe ser piyan. Bila tu kes bêdeng nemîne. Ger ku Gelê Kurd yekitiya xwe ava neke wê ev şer kûrtir bibe.
 
‘Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e’
 
Veysî Sumer (Çiyager Botan) di sala 2014’an de dema bûyerên Kobanê de tevlî PKK’ê bû û 8 salan li çiya ma, di meha nîsanê de li Zapê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Maşallah Sumer (52), diyar kir ku Veysî kesekî gelek rêzdar û jêhatî bû û tu carî li hember neheqiyê bêdeng nedima. Maşallah wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zarokên me li çiyane û bi kîmyasalê êrişê wan dikin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Bi salan e daxwaza me bi tenê azadî û aştî ye. Şûna ku azadî pêk bê, ev şer kûrtir dibe. Kurê min 8 sal bûn tev li PKK’ê bûbû û di meha nîsanê de jî jiyana xwe ji dest da. Çi ji kurdan dixwazin. Armanca wan ew e ku kurdan tune bikin. Lê Gelê Kurd tu carî xilas nabin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Niha jî bi kîmyasalê êrişê zarok û çiyayên me dikin. Ew nikarin me kurdan bi kîmyasalê xilas bikin. Em gelek caran bûne şahidê bikaranîna kîmyasalê. Gelek zarokên me ji ber kîmyasalê jiyana xwe ji dest dane. Li Cizîrê jî dema komkûjî pêk hat çekên herî giran bi kar anîn. Lê gelê kurd dîsa jî serî netewand. Gelê Başûr jî wê serî netewîne.”
 
‘Barzanî piştgiriya vê hovîtiyê dike’
 
Maşallah, di dawiya axaftina xwe de banga pêkanîna yekitiyê li kurdan kir û got: "Ji aliyekî ve jî Barzanî piştgiriya vê hovîtî û komkujiyê dike. Hemû dewletên navneteweyî li dijî bikaranîna kîmyasalê bêdeng in. Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye. Bi kîmyasalê dixwazin kurdan tune bikin. Li dijî vê şerê divê kurd bibin yek. Ger ku kurd nebin yek dê herin yek bi yek. Em kurd tifaq, azadî û jiyanek aram dixwazin. Bila dev ji vê hovîtiyê û şer berdin. Ên ku vî şerî bidin sekinandin dayik in. Bila hemû rabin li ser piyan û hêza xwe bikin yek. Li dijî bikaranîna kîmyasalê bila tu kes bêdeng nemîne.”