Jinên siyasetmedar: Tecrîd siberoja gelê kurd dike armanc

  • 10:12 19 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Jinên siyasetmedar ên kurd têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bertek nîşan dan û gotin: "Îqtidar bi meşandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re siberoja Gelê Kurd dike armanc. Pêwîst e gelê kurd jî di vê ferqê de be li gor wê tev bigere û serî rake."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji komploya navneteweyî ya sala 1999’an ve di Girava Îmraliyê de tê tecrîdkirin. Di nav 23 salan de cara yekem di 27’ê Nîsana 2020’î de, mafê xwe yê hevpeyvîna telefonê ya ku hemû girtî bi kar tînin, bi kar anî. Hevdîtina cara yekem pêk hat, lê bi 4 deqeyan sînordar ma û carek din jî pêk nehat. Malbata Abdullah Ocalan di navbera salên 2011-2020'î de ji 385 caran zêdetir serlêdan pêk anî û tenê 29 ji wan hatin qebûlkirin. Tecrîda giran dibe, li ser hemû girtiyên siyasî û siyaseta kurd jî bandora xwe dike. Jinên siyasetmedarê yên kurd têkildarî tecrîda heyî bertekên xwe bi me re parve kirin.
 
'Tecrîd li ser her parçeyê Kurdistanê ye'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Li Îmraliyê weke ceribandinekê gav bi gav tecrîd tê girankirin. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, siberoja gelê kurd dike armanc. Em ji encamên vê yekê eşkere dibînin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê bandorên wê kûr dibin, li her parçeyê Kurdistanê bandora xwe nîşan dide. Êrişên li başûrê Kurdistanê pêktên, bikaranîna PDK’ê, girtina siyasetmendaran, êrişên polîtîkayên taybet hemû ji bi vê ve girêdayî ne. Tecrîd li hemû herêm û Tirkiyeyê belav bû. Tecrîd weke şerê taybet li ser kurd û Kurdistaniyan hate dewamkirin. Girtîgehên tîpa F bûn navenda îşkence û mirinan."
 
'Şikandina tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn pêwîstî ye'
 
Perîhanê herî dawî ev gotinan kir: "Li dijî tecrîdê di nav gel de bertekek mezin ava bû. Çalakiyên cur bi cur hatin lidarxisitn. Lê rayedaran gavên xapînok avêtin. Bi hevpeyvînek biçûk xwestin me mijûl bikin. 'Nobetên edaletê' hatin destpêkirin. Ev edalet û şikandina tecrîdê ne tenê ji bo Birêz Abdullah Ocalan û girtiyan, ji bo Tirkiyeyê ji pêwîstiyek e. Divê em bertekên xwe û çalakiyên xwe bi rêxistin bikin. Weke siyasetmedar pêwîst e em xwedî li rêhevalên xwe û doza wan derbikevin. Tecrîd êdî bi mirinan bi encam dibe. Divê em demildest serî rakin. Divê em vê pergala hatiye avakirin hilweşînin. Şikandina tecrîdê wê rêya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn veke. Em ê jin jî ji bo nexşerêya şikandina vê tecrîdê di rêzên pêş de têbikoşin."
 
'Em xwe bi rêxistin bikin'
 
Rêvebira rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan jî têkildarî tecrîdê nirxanidnên xwe wiha parve kir: "Tecrîda heyî bi hikumeta AKP’ê re pêş ket û kete asteke din. Tecrîd weke ceribandinek li Îmraliyê dane destpêkirin û niha jî li hemû girtîgehan, li ser civakê, li ser bawerî, li ser jinan û hemû beşên civakê bi kar tînin. Êdî ev weke êrişeke tunekirinê berdewam kir. Di girtîgehan de her ku diçe rewşa girtiyên nexweş xeter dibe. Êdî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Li hemberî her serhildana gelên mazlûm zilma wan mezintir dibe. Lewra têkoşîna me jî naqede. Divê bi perwerde, tecrube û ji her alî ve em rêxistina xwe xurt bikin û xwe pêş bixin. Divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Em vê hişmendiya ne baş bi vî rengî tune bikin."
 
'Em azadiya girtiyên siyasî dixwazin'
 
Endama Meclîsa Rêveberiya herêmî ya HDP’ê Jiyan Oner jî li dijî tecrîdê bertek nîşan da û xwestekên xwe wiha bi lêv kir: "Em di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazin. Pêwîst e demildest parêzer û malbata Birêz Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Tendirustiya wî û hevdîtina pê re pêk were jî ji bo gelê kurd gelek girîng e. Şikandina tecrîdê ji bo hemû kurdan û gelên Tirkiyeyê jî pêwîstiyek e. Bi Îmraliyê ve girêdayî jî li hemû girtîgehan tecrîd tê meşandin. Divê ev rêbaza îşekenceyê were rawestandin. Bi taybetî ji bi hezaran girtiyên nexweş ên ku rewşa wan di xeteriyê de hene. Em ji bo wan edaletê dixwazin. Ya ku wan kiriye girtîgehê, parastina ziman, çand û nasnameya wan e. Em ji bo wan dubare azadiyê dixwazin."
 
'Em zextê şermezar dikin'
 
Endama rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Cîhan Bugurcu herî dawî ev gotin kir: "Hevdîtinên malbatê û parêzeran jî li Îmraliyê pêk nayê. Ev bêedaletî û bêhiqûqî ye. Ev yek bandorê li ser me kurdan hemûyan dike. Ev zext û zordestî li ser jiyana me hemûyan e. Pêwîst e demildest were rakirin. Daxwaza me tenê aştî û wekhevî ye. Em zext û zoriya li ser girtiyan û bi taybetî jî li ser girtiyên nexweş tên meşandin şermezar dikin."