‘Em ê li pey doza girtiyên xwe bin'

  • 10:01 19 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayika Abdullah Bayar ê girtî Solmaz Îzol, destnîşan kir ku kurd li dijî zilm û îşkenceyê têkoşîn û berxwedana xwe mezin dike û bang li civakê kir ku xwedî li girtiyan derkevin. 
 
Girtîgeh bi salane bi pergala îşkenceyê tê birêvebirin. Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku her roj tê girankirin bandorê di serî de li girtîgehan û hemû qadên jiyanê dike. Girtiyên ku mafê wan tê binpêkirin li dijî vê yekê berxwedana xwe didomînin. Ligel berxwedana girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê jî malbatên girtiyan jî bi çalakiya "Nobeta Edaletê" bal dikişînin ser rewşa girtiyan û tecrîdê. 
 
Her wiha di nav dîrokên cuda de li Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin. Ji wan kesên ku hatibûn binçavkirin Abdullah Bayar (19) di 16’ê gulanê de piştî ku derket pêş edliyeyê hate girtin û ew şandin girtîgehê. Dayika Abdullah, Solmaz Îzol bertek nîşanê girtina kurê xwe da û bal kişand ser îşkenceya li girtîgehan pêk tê. 
 
‘Me zilm qebûl nekir’
 
Solmaz, diyar kir ku malbata wan bi salane bi zext û îşkenceya dewletê re rûbirû mane û ji ber zordestîyê neçar mane ku ji warê xwe koçber bibin. Solmaz, wiha serpêhatiyên xwe anî ziman: “Di sala 1992’yan de dewlet gundê me ya Avka Masyayê ku girêdayî Şirnexê ye şewitand û vala kir. Em ji ber neçariyê koçî navçeya Cizîrê bûn. Lê zext û zilma li ser me dîsa bi dawî nebû. Her carî bi ser mala me ve dihat girtin. Gava dihatin bi ser mala me digirtin her derê tar û mar dikirin û hemû hêrsa xwe ji me derdixistin.”
 
‘Em neheqiyê qebûl nakin' 
 
Solmaz, bilêv kir ku têkoşîna wan a li dijî zilmê dê mezin bibe: "Di pêvajoya xweseriyê de kurê min Mehmet Emîn Îzol li Cizîrê şehîd ket. Kurê min Nazir jî çû lê haya me jê çênebûye. Bi taybetî piştî 2016’an de dewlet zext û îşkenceya xwe li ser me zêde kir. Her hefte bi ser mala me de digirin û malbata min binçav dikin. Em ê heya kengê di bin vî zext û bindestiya wan de bin. Ji ber vê zilm û zordestiya dewletê zarokên min çûn. Me gelek zilm û zordestiyê dîtiye û em vê neheqiyê qebûl nakin.”
 
‘Girtiyên me tên kuştin' 
 
Solmaz, diyar kir ku herî dawî 3 kurê wê hatiye binçav kirin û yek ji wan Abdullah Bayar e û Solmaz, wiha behsa kurê xwe kir: "Em îşkenceya li ser zîndanan ji nêz ve dibînin. Hemû kurê min gelek caran ketin girtîgehê. Her carî bi zext û zilmekê mezin ve rûbirû diman. Malbat jî wê zilmê dijiya. Gava em diçin hevdîtina zarokên xwe lêgerîna tazî li me ferz dikin. Bi her cûreyê zext û îşkence li girtî û malbatan dikin. Niha jî dibêjin girtî dawî li jiyana xwe tînin an jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Em bawer nakin ku girtî bi vî şiklî jiyana xwe ji dest bidin. Girtiyên me tên kuştin." 
 
‘Em ê li pey doza girtiyên xwe bin' 
 
Solmaz, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li raya giştî kir: "Gelek girtiyên nexweş hene û nayên tedawîkirin. Ev zilmekê pir mezin e. Bi vî şiklî dixwazin civakê jî desteserbikin. Lê em ê li dû doza girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em kurd xelas nabin. Em bi zarokên xwe serbilind in û dê li pey doza wan bin.”