ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 19 Gulan 2022
  • Rojev
*Hunermendên kurd diyar kirin ku li dijî êrişên AKP û PDK’ê, Gelê Kurd dê dîsa bi ser keve û gotin: “Her ku tecrîd giran dibe êriş jî mezin dibin. Di vê pêvajoyê de xebata herî mezin pêkanîna azadiya serokatiyê ye. Serokatî azad be wê Gelê Kurd jî aza be. Çareserî Îmraliye.” BI DÎMEN 
 
*Têkildarî qutkirina avê ya çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk ve û bandora wê ya li ser jin û civakê, Hevseroka TEV-DEM'ê Hedlê Hesen wiha got:"Qutkirina avê kiryara herî mezin a li dijî mirovahiyê ye."BI DÎMEN 
 
*Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirs Feleknas Uca ku li Bexdayê hinek hevdîtin pêk anîn got: “Me li ser pêvajoya siyasî, krîza heyî û pirsgirêkan nîqaş kirin. Me operasyon û rewşa li Şengalê nirxand. Em di mijara ku ev bi riya diyalogê tê çareserkirin de hemfikir in. Şer ne çareserî ye. Me hevdîtinên xurt pêk anîn û erênî derbas bûn.”BI DÎMEN 
 
*Jinên siyasetmedar diyar kirin ku rakirina tecrîda li Îmraliyê ji bo fêdeya civakê ye û gotin ger ku ew têbikoşin wê hebin.BI DÎMEN 
 
*Jinên doza gumanbar Cemal Metîn û gumanbarên din ku Pinar Gultekîn qetil kiribûn, şopandin diyar kirin ku politîka bêcezahiştinê ya desthilatdariyê bandor li darazê kiriye û gotin wê li dijî van polîtîkayan di daxwaza edeletê de bi israr bin.BI DÎMEN 
 
*Dayika Abdullah Îzol ê girtî Solmaz Îzol, destnîşan kir ku kurd li dijî zilm û îşkenceyê têkoşîn û berxwedana xwe mezin dike û bang li civakê kir ku xwedî li girtiyan derkevin. BI DÎMEN 
 
*Dayikên ku zarokên wan li Herêma Federal Kurdistanê bi çekên kimyewî hatine qetilkirin gotin: "Hemû dewletên navneteweyî çav û guhên xwe girtine. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin.” BI DÎMEN 
 
*Halîme Temel a ku li gundê Setkar ê Elkêye û di dîrokên cuda de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane, niha ji ber êrîşên Tirkiye ên bi hevkariya PDK'ê li ser Başûr bifikar e û anî ziman ku li dijî van êrîşan divê tu kes bêdeng nebîne û got: “Bêdengî mirinê tîne. Em ne şer azadiyê dixwazin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmedar ên kurd têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bertek nîşan dan û gotin: "Îqtidar bi meşandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re siberoja Gelê Kurd dike armanc. Pêwîst e gelê kurd jî di vê ferqê de be li gor wê tev bigere û serî rake." DÎMEN HEYE