Gotina ‘pirsgirêka kurd’ bû hênceta astengiya daxuyaniyê!

  • 19:50 18 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarê geşedanên li Tirkiyeyê bi dirûşma “Aştî Niha’ xwest li perqa Ormanê daxuyanî bide. Daxûyanî bi hinceta gotina ‘Pirsgirêka Kurd’ derbas bû hate asteng kirin. Girseyê di nav ablukayê de daxuyanî da û weke nîşaneya aşitiyê benên spî bi daran ve girêdan. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê geşedanên li Tirkiyê pêş dikevin li  perqa Ormanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Li gel pêkhateyên platformê, MEBYA-DER, MED TUNAD-FED, TUAY-DER, MED-DER, OHD, Komeleya 78’an ya Amedê, DBP, HDP û TJA beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Dem Dema Aştiyê ye” li ser nivîsiye hate rakirin. Di daxuyaniyê de ji ber gotina “Pirsgirêka Kurd” derbas dibe ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di heman demê de nûçegihanên daxuyanî dişopandin jî hatin astengkirin. 
 
Hevseroka Şaxa Yekem ya Egîtîm Senê Emîne Akşahîn pêşiya metnê wiha axivî: “Îqtidarek ku xwe bi şer û kaosan têr dike heye. Em di nava vê hola şer de difetisin. Em rêveberiyek demokratîk û aşitiyane dixwazin. Em bang li îqtidarê dikin ku demlidest bingeha vê yekê biavêjin.” Piştî axaftina vekirinê metna daxuyaniyê hate xwendin. Lewra di daxuyaniyê de dema qala pirsgirêka kurd û êrişên li Kurdistanê tên kirin hate qalkirin daxuyanî hate astengkirin. 
 
Piştî daxuyanî hate astengkirin girseyê weke nîşaneya aşitiyê benên spî bi daran vekirin û dirûşmên “Ji Şer re Na, Niha dema Aştiyê ye” dawî li çalakiyê anîn.