TJA, DBP, HDP û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar

  • 15:40 18 Gulan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Aktîvîstên TJA'yê, rêveberên DBP, HDP'ê û endamên Hewldana 78'an serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kirin.
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 436'emîn de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Hewldana 78'an, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar, şandeyê pêşwazî kir. 
 
Berdevkê Hewldana 78'an û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Celalettîn Can di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê hatine serdana Malbata Şenyaşar. Celalettîn da zanîn ku qetlîama ku Malbata Şenyaşar rûbirû ma dilê gelek kesan êşandiye û wiha got: "Ev qetlîam rasterast li ber çavê hêzên dewletê pêk hat. Qetlîam, kûjer û berpirsyar diyar in lê hikûmet saziyên dewletê û dadgeh rastiya vê bûyerê venekoland û ronî nekir. Sedema neronîkirinê ew e ku kujer endamên partiya îktidarê ne." 
 
Celalettîn diyar kir ku ew dê şopdarê edalet û azadî û doza malbatê bin û got: "Hestên Malbata Şenyaşar dê bi edaletê bên hembêzkirin. Em  ji bo vê yekê bi hêvî ne. Di salên 70'yan de me 5 hezar kes wenda kir. Di 68'an de Mahîran, Kaypakkayayan, Denîzan wenda kir. Ew jî nehatin jibîrkirin û hesabên wan jî dê bên pirsîn. Çawa ku ew nehatin jibîrkirin, dê Malbata Şenyaşar jî neyê jibîrkirin. Dê teqez hesab ji kujeran bê pirsîn."
  
Piştî Celalettîn, Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku divê ji bo edalet were cih çi pêwiste bê kirin û wiha axivî: "Li nexweşxaneya Pirsûsê em wek malbat rastî qetlîamê hatin û di ser bûyerê re 4 sal derbas bûn. Piştî 4 salan 4 kes hatin girtin. Gelo ev yek li rojavayê Tirkiyeyê pêk bihata dê dadgeh vê helwestê nîşan bidaya? Li vir bi awayekî vekirî hiqûqa serdestan heye. Her ku ev hiqûq bidome em ê jî nobeda xwe bidomînin."