Iraqê bi fermî xwest hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin

  • 14:57 18 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Iraqê yê NY'ê bi awayekî fermî li dijî Tirkiyeyê li Konseya Ewlehiyê gilî kir û xwest demildest hemû hêzên Tirkiyeyê ji nav xaka Iraqê derbikevin.
 
Li bajarê New Yorkê yê Emerîkayê duh civîna Konseya Ewlehiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa Iraqê pêk hat. Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum axivî û xwest Artêşa Tirk ji xaka Iraqê derkeve.
 
Di civînê de Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum  li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya xaka Iraqê giliyê fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got: “Gefên PKK’ê êdî ji bo hêzên Tirkiyeyê ne bahane ne ku li nava axa Iraqê bimînin.”