Gulten Farîsogullari ya bi nexweşiya dil di bin çavan de tê girtin

  • 12:44 18 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Gulten Farîsogullariya ya ku hefteya borî hatibû binçavkirin dema binçavkirina wê 4 rojên din zêde kirin û ligel pirsgirêkên wê yên tendirustiyê di yek hucreyê de tê girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 12'ê Gulanê de serê sibehê bi ser malan de hat girtin û 4 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Gulten Farîsoglulariya ya bi nexweşiya dil jî hebû. Gulten a ku hîna di bin çavan de tê girtin dema binçavkirina wê 4 rojên din hat dirêjkirin.
 
Gulten Farîsoglulari berê jî ji ber keça xwe ya ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye polîs lê geriyane û lê ferz kirine ku tevli malabtên li ber avahiya HDP'ê ya li Amedê nobetê digirin bibe.
 
Malbata û parêzerê Gultenê diyar kirin ku di bin çavan de zext lê hatine kirin û li gel nexweşiya wê di hucereya yek kesî de di bin çavan de tê girtin. Herwiha di 13'ê Gulanê de jî ji ber ku Gultenê ji dilê xwe nerehet bû ew biribûn nexaneyê û careke din  girtibûn hucreyê.
 
Gulten a ku bi îdaya "Alîkarî daye rêxistinê" di bin çavan de tê girtin li bendê ye ku sibe wê derxînin edliyeyê.