Bersûcê Sakine qetil kir ofisa vekiriye wekî cihê destdirêjiyê bi kar aniye

  • 12:43 18 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat hînbûn ku kujerê Sakîne Kultur, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin, di sala 2018’an de hewl daye jina dev jê berdaye qetil bike. 
 
Îbrahîm Barkin ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir, li navçeyê bi tacîz û bûyerên sextekariyê tê zanîn. Hate diyarkirin ku Îbrahîm ê beriya niha bi tamîra alavên elektronîk ve mijûl dibû, li gelek malên ku ji bo tamîrê çûye tacîzî jinan kiriye. Hate hînbûn ku derbarê Îbrahîm ê nêzî AKP’ê ye de gelek dosyayên lêpirsînê hene. 
 
Hewldana qetilkirinê
 
Hate diyarkirin ku Îbrahîm ê di sala 2009’an de zewicî pişt re her tim bi bûyerên tacîzê hatiye rojevê. Îbrahîm jineke bi navê F. û zewicî tacîz kir. Li ser vê yekê jina pê re zewicî bertek nîşanî wî da, wî jî hewl da bi çekê wê bikuje. Yek ji malbata Îbrahîm ew rewş wiha vegot: “Rojekê hevjîna wî peyamên wî dibîne û bertek nîşanî wî dide. Ji dayik û bavê Îbrahîm re dibêje. Dema Îbrahîm jî vê dibîhîse tê malê û hewl dide wê bikuje. Jin direve qata jor, bi navbeynkariya kesên di avahiyê de tê astengkirin.”
 
Îbrahîm ê piştî vê rewşê her tim tundiyê li jina pêre zewicî dike, pişt re bêbextiyê lê dike û dest ji hev berdidin. Hate diyarkirin ku Îbrahîm li baxçeyê edliyeyê gef li  jina dev jê berdaye daye xwarin û hate hînbûn ku di nava 4 salan de nehiştiye ku zarok dayika xwe bibînin. 
 
Bi zorê desteser kiriye
 
Derket holê ku piştî Îbrahîm û jina pê re zewicî, dest ji hev berdan, jina bi navê F. ku her tim tacîz dikir, bi darê zorê desteser kiriye. 
 
Bersûcê Sakine qetil kir ofisa vekiriye wekî cihê destdirêjiyê bi kar aniye 
 
Hate hînbûn ku Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, bi ofîsa ku li navçeyê vekirî bi soza kar dayînê gelek jin tacîz kirine û ev rewş bi awayekî sîstematîk kiriye.