Li Mexmûrê dibistan ketin betlaneyê

  • 10:39 18 Gulan 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê serdema paerwerdeyê ya sala 2021-2022'an bi dawî bû. Xwendekarên ku danê sibê zu bi coş û kelecanek mezin çun dibistanên xwe û karneyên xwe girtin betlaneya wan hat destpêkirin.
 
Li wargeha şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) 4 pêşdibistan, 4 dibistanên seretayî, dibistanek Navîn û dibistanek amadeyî hene ku xwendekar têde perwerdeyê dibînin.  Xwendekarên ku li van dibistanan perwerdê dibînin serdema paerwerdeyê ya sala 2021-2022'yan qedandin û ketin betlaneyê.  Danê sibê zu xwendekarên wargehê bi coş û kelecanek mezin berê xwe dan dibistanên xwe û karnameyên xwe girtin. Merasîma Karneyê bi Sîroda Netewî hat dest pêkirin. 
 
 
Mamosteyê Dibistana Seretayî ya Şehîd Salih Kendal, Emer Kara di merasîmê de axivî û axaftina xwe bi xêrhatina xwendevan, mêvan û malbatan ku kir dest pê kir. Emer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘’Xwendevanên wargeha me gelek bi şansin ku bi fikir û remanê Rêber Apo perwerdeya zimanê dayîkê dibînin û neslekî nû digihê. Ji ber vê sekna we ya bi rumet li her deverê Kurdistanê dijmin êrişî Gelê Kurd dike. Ger ku em li ser koka zimanê xwe baş xwe pêş bixin, bibin xwedî zanist em ê bikarin li hember dijminê hov ku êrîşî çiyayên Kurdistanê dike, li partiyên me yên siyasî zextan dike û pêşengên me davêje zîndanan em li ber xwe bidin û dijminê xwe têk bibin. Niha kurdekî li kuderê bixwaze xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derkeve li wê derê êrîş lê tê kirin û zext tên kirin. Ji bo wê em ê bi zanebuna ziman û çanda xwe li hember van hemû êrişên li ser gelê me li ber xwe bidin û têk bibin.’’
 
Di merasîmê de xwendekarên ku di polên xwe de pileya yekemîntiyê girtin, vexwedin pêşiya xwendekaran û hatin xelatkirin. Xwendekar piştî merasîmê ketin polên xwe û piştî karneyên xwe girtin betlaneya wan hat destpêkirin.