ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'AN

  • 09:00 18 Gulan 2022
  • Rojev
ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'AN
 
*Endama Meclîsa Jinan a  HDP’ê Leman Kîraz Konferansa Giştî ya Jinan a HDP’ê ya ku wê 300 jin tevli bibe nirxand û got: “Jin û zarok herî zêde ji şer zirarê dibînin. 260 mîlyon çû ji çek û polîtîkayên ewlehiyê re. Niha li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrîş pêk tê. Ev bi pereyê bêrîka jinan tê kirin. Aştî ji bo jinan çiqas girînge hat axaftin.” DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Cizîrê yê ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re dan û gotin: "Li Cizîrê bi kîmyasalê zarokên me kuştin, em naxwazin li Zap, Avaşîn û Metînayê jî zarokên me bên kuştin. bikujin. Bila êdî bes xwîn birêje." BI DÎMEN 
 
*Ji Dayikên Şemiyê Sultan Taşkaya, ev 29 sal in ji bo hevjînê xwe Huseyin Taşkaya yê bi destên dewletê hat windakirin, bibîne li berxwe dide. Sultana ku têkoşîna xwe wekî "Li dû xeyalekî" pênase dike ji kesên ku dixwaze jê re bibe asteng dibêje ez ê têkoşîna xwe bidomînim. 
BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê dan û gotin: “PDK’ê ji Halepçeyê ders dernexist gelo? Gelo nizane ku zirar da xwe û mirovahiyê?” DÎMEN HEYE