Hafîze Îpek hat berdan
- 17:00 17 Gulan 2022
- Rojane
AMED - Hevseroka DBP’a Amedê ya berê Hafîze Îpek û serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz hatin berdan.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê ya berê Hafîze Îpek û serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz roja yekşemê li Amedê bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Hafîze û Metîn piştî îfadeyan serbest hatin berdan.
Hafîze Îpek û Metîn Kilavûz beriya niha di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û berdan.