CFWIJ'ê piştgirî da rojnameger Nûrcan Yalçin

  • 16:46 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - CFWIJ'ê bertek nîşanî daxwaza cezayê ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin da û got:"Divê rojnamegerên li dû heqîqetê ketine, ji bo fêdeya cemaweriyê dixebitin neyên darizandin. Em ji rayedarên tirk daxwaz dikin ku demildest rojnameger berat bike. Em bixin bîra we. Rojnamegerî ne sûc e."
 
Di Rojnamegeriyê de Koalisyona Jinê (CFWIJ) têkildarî rûniştina doza bi idiaya "Alîkariya bi rêxistinê re" li Nûrcanê hatibû vekirin û li 4'emîn Dadgeha Cezaye Giran a Amedê hat dîtin daxuyanî da. 
 
CFWIJ'ê bertek nîşanî daxwaza ceza ya dozger a di rûniştina yekem de da û got rojnamegerî ne sûc e.