Jinan ji ser Gora Sakîne Kultur bang kir

  • 16:45 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinên ku  Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnecê Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin li ser gora wê bi bîr anîn gotin, "Ger ku kesên wekî Musa Oarhan bihata cezakirin me dê îro hevaleke me ya din nehata qetilkirin."  
 
Endamên Tevgera Jinên Azad a Wanê (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) yên Colemêrg û Şaxa Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê, Navenda Tevgera Taybet a Endamên Platforman Jinan a Wanê ji bo Sakîne Kultur a ku di 14'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnecê Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin daxuyanî dan û ew li ser gora wê ya li Taxa Çibûklu ya Ebexê bi bîr anîn. 
 
'Bi hêza ku ji dewletê girt qetil kir'
 
Endama Komeleya STAR'ê Emîne Bozkurt a ku di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku her roj ji ber polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jinek tê qetilkirin. Emîne anî ziman ku dewlet li Kurdistanê van polîtîkayên xwe di ser zarok û jinan re pêk tîne û berdewam kir, "Hevala me Sakîne li navçeya Silopiyayê ji aliyê peywirdarê dewletê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Kesên ku hêza xwe ji dewletê digirin her roj jin û zarokan qetil dikin. Mêrên ku hêza xwe ji polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê digirin bi awayekî hêsan tişta dixwazin dikin."  
 
'Kesên wekî Musa Orhan bihata cezakirin dê nehata qetilkirin'
 
Emîne anî ziman ku kujerên jina li gel ku nayên cezakirin dijberî wê tên xelatkirin û got, "Ger ku kesên wekî Musa Oarhan bihata cezakirin wê îro hevala me ya jin nehata qetilkirin. Di nava du rojan de sê hevalên me yên jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Îqtîdara AKP'ê li gorî hiqûqê tevnagere. Ji ber vê ye ku her roj jin û zarok ji aliyê peywirdarên dewletê ve tên tacîzkirin, tecawizî wan tê kirin û bi îşkenceyê tên qetilkirin.  Em li vir careke din dibêjin destên xwe ji ser bedena me bikişînin."
 
'Alavê îdeolojîk ê dewletê ji aliyê hiqûqê ve hat xelatkirin'
 
Piştre endama OHD'a Colemêrgê Harîka Gunay jî diyar kir ku qetlîam ne tesaduf e û dewletê careke din ji ser bedena jinê xwe nîşan daye. Harîka wiha berdewam kir, " Xuşkeke me dîsa ji aliyê cerdevanekî ve hat qetilkirin. Ev tiştekî sîstematîk e. Çawa Musa Orhan hat parastin û ji aliyê hiqûqa ku alavê dewletê ye serbest hat berdan û bê ceza hat hiştin, mêrên ku xwediyê hehlaqên dewletê ne jî ji ber ku dizanin wê bê ceza bimînin kuşkên me qetil dikin." 
 
Harîka herî dawî diyar kir ku ew ê li dijî şîdeta mêr dewletê têkoşîna xwe bidomînin, serî netewînin û ev tişt got,î "Em dengê xwe bilind bikin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.