Ji bo Nobeda Edaletê banga hestiyariyê hat kirin

  • 16:23 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê de ku ji bo girtiyên nexweş hatibû destpêkirin banga hestiyariyê hat kirin.  
 
Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 61'ê de dewam dike. Rêxistinên Balçova û Narlidereyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn serdana Nobeda Edaletê. 
 
Li Tirkiyeyê dadgeh ne azad in 
 
Hevserokê HDP'ê yê Balçovayê Halil Birkar da zanîn AKP-MHP girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe jî bi cih binîn bernadin û got:"Bi taybet li hemberî girtiyên kurd dijminatiyeke mezin heye. Ev jî rewşa sîstema edaletê ya hatiye kîja astê nîşan dide. Sîstema edaletê bi dîrektîfan dixebite. Li Tirkiye dadgeh ne azad in. Bi awayekî azad biryarê nadin. Divê ev êdî bi dawî bibe. Vê çalakiya dayik dikin ji bo me gelekî bi qîmet in."
 
Halîl herî dawî diyar kir ku divê hemû raya giştî ji bo girtîgehan hestiyar tev bigere.