Xizmên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin

  • 15:35 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan di daxuyaniyê de gotin:"Zilma li girtiyan tê kirin li dayikan tê kirin."
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin dewam dike. Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê nobeda xwe dewam kirin. MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çûn ber girtîgehê û beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Bila destên xwe daynin ser wijdanê xwe'
 
Xizma girtiyan Nazime Boltan da zanîn ev 7 meh in daxwaza wan ew e ku girtî demildest bên berdan. Nazimeyê bal kişand ser mijara netedawîkirina girtiyên nexweş û wiha got:"Girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên tedawîkirin. Berdin em ê tedawî bikin. Zarokên serokkomar û wezîrê dadê jî hene. Bila xwe têxin dewsa me. Bila destên xwe daynin ser wijdanê xwe. Pirtûkên em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Zilma li girtiyan tê kirin li dayikan tê kirin. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin."
 
Piştre Înci Guler axivî û got:"Hinek girtiyên ev 30 sal in di girtîgehê de ne û tevî cezayê wan qediyaye înfaza wan hatine şewitandin hene. Her wiha rewşa girtiyên nexweş ên em daxwaza berdana wan dikin her diçe giran dibe."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.