Li Geverê 2 kes hatin binçavkirin

  • 14:20 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Geverê di saetên serê sibehê de bi serdegirtinên malan 2 kes hatin binçavkirin.
 
Li taxa Yenî ya navçeya Gevera Colemêrgê di seatên serê sibehê de polîsan avêt ser malan. Hat zanîn ku di encama serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Hasan û Ramazan Çitak ên birayên hev hatin binçavkirin. Her wiha hat ragihandin ku her du welatî jî ji ber serdana goristana zarokên xwe yên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hatine binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku piştî serdegirtina malan de Hasan û Remezan Çitak birine Fermadariya Cendirmeyê ya Geverê û wê sibehê her du birayan sevqî adliyeyê bikin.