Li Sîlopyayê mirina zarokekî ya bi guman

  • 13:08 17 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopyayê zarokekî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Cudî ya girêdayî navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê zarokê 16 salî yê ku bi navê Harun Demîrtaş bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Hat diyarkirin ku Harun întîxar kiriye. Cenazeyê Harun ji bo rapora otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Şirnexê.