Li Şirnexê 24 kes serbest hatin berdan

  • 13:08 17 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Şirnexê di nav dîrokên cuda de bi dehan kesên ku piraniya wan zarok in hatibûn binçavkirin. Ji wan kesên binçavkirî 24 kes serbest hatin berdan.
 
Li Şirnexê di nav dîrokên cuda de li navçeyên Cizîr û Hezexê bi ser gelek malan de hate girtin û bi dehan kesên ku zêdetirî wan zarok in hatibûn binçavkirin. Ji wan kesên binçavkirî 24 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Ji Taxa Yafesê 3 kes hatin girtin
 
Di nav dîrokên cuda de li taxa Yafesê bi ser gelek malbatan ve hatibû girtin û piraniya wan zarok gelek kes hatibûn binçavkirin. Di sergirtina dawî de Taxa Yafesê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin û demek dirêj di bin dorpêçê de mabû. Bi tevahî di sergirtinên malan de; Yahya Ustek (16), Yusuf Tok Yaş (15), Abdullah Bayar ( 20), Mahsum Bîrlîk (21),  Zeynep Ecer, Çimen Ecer, Ebubekîr Çikmaz, Faruk Ozdal, Azat Bayram, Sadik Bayar, Ferhat Sirkeci, Sedin Bozkurt, Sait Yaşar, Taybet Asîkar, Şukru Elçî, Harûn Akdogan, Diyar Belten û 8 kesên ku navê wan nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Mahsum Bîrlîk, Abdullah Bayar, Ebubekîr Çikmaz hatin girtin û yên din jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Dema binçavkirina 2 kesan hate dirêjkirin
 
Di 10’ê Gulanê de jî li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê polîsan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de li Erebanê jî Hevseroka bajarokê HDP’ê Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina Muzeyyen û Osman ji bo 4 rojan hate dirêjkirin. 
 
Li Hezexê 2 kes hatin berdan
 
Di 12’ê Gulanê de jî li navçeya Hezexê jî Tarik Ul û Dilgeş Rustemoglu hatibûn binçavkirin. Duh ketin pêş edliyeyê û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.