Girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin: Serhildan jiyan e

  • 11:45 17 Gulan 2022
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan, netedawîkirina girtiyên nexweş, astengkirina tehliyekirina gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji girtiyan Selver Îspir got:"Serhildan jiyan e."
 
Zext, tundî, binpêkirina mafên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan, netedawîkirina girtiyên nexweş, astengkirina tehliyekirina gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
 
Li gor daneyên Dadgeha Mafê Mirovan (ÎHD) li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê herî kêm 16 girtiyên nexweş hene. Dîsa bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya bi rêznameya di 1'ê Çileyê 2021'ê de ket meriyetê tehliyekirina rojnameger Dîlan Oynaş û 5 girtiyên siyasî tê astengkirin. Girtiyan bi hevdîtina bi malbata xwe re kirin ragihandin ku ji ber helwesta kêfî ya îdareyê wan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî kirine. 
 
'Serhildan jiyan e'
 
Ji girtiyan Selver Îspir bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re bal kişand ser zextên li girtîgehê û wiha got:"Her kes dizane ku demeke dirêj e li girtîgehan êriş û îşkenceyên mezin hene. Li vir li me jî îşkence tê kirin. Zextên li ser me tecrîd û îşkence ye. Em serî hildin û em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bide. Bila gel deng derxe. Em gel bi hezkirin silav dikin û em dibêjin bila ji vê rewşê re bêdeng nemîne. Serhildan jiyan e."