Jina 6 mehan winda ma cenazeyê wê hat dîtin

  • 15:43 16 Gulan 2022
  • Rojane
 
XERPÊT - Li Navçeya Karakoçan Remziye Apaydin a ku berî bi 6 mehan winda bû derket holê ku hetiye qetilkirin. Cenzeyê Remziyeyê metre û nîvekê di binê erdê de di poşetekî de hat dîtin. 
 
Remziye Apaydin a ku li navçeya Karakoçan a Xerpêtê berî bi 6 mehan winda bû, cenzeyê wê metre û nîvekê di binê erdê de di poşetekî de hat dîtin.  Malbata Remziyeyê berî bi 6 mehan serlêdan kiribû û rewşa wê ji emniyet û cendirmeyan re ragihandibûn. Di lêkolîna ku derbarê bûyerê de hat kirin de, derket holê ku Remziye herî dawî li Navçeya Karakoçanê li wesayita mêrê bi navê N.C. siwar bûye.
 
Gumanbar N.C. ê ku hat binçavkirin îtîraf kir ku wî Remziye qetil kiriye û cenazeyê wê jî li baxçeyê xalê xwe veşartiye.  Piştî ku Serdozgeriya Komarê li cihê bûyerê lêkolîn kir cenazeyê Remziyeyê metere û nîvekê di binê erdê de di poşetekî de dît û rakir Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
 
Hat diyarkirin lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.