Jinên li Konferansa Herêmê: Yên êriş dikin bila baş li vê eywanê binêrin!

  • 15:34 16 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Jin li Konferansa Jinê ya Herêmê ya Jinan hatin gel hevdu. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran a li konferansê axivî got:"Bila îktidara ku ev 7 sal in êriş dike li vê eywanê baş binêre. Îktidar dixwaze di şexsê jinê de civakê bike bin kontrola xwe. Lê belê me paş de gav neavêt em navêjin." 
 
Bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran Konferansa Jinê ya Herêmê hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Jinê ya li herêmê, rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê yên li Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên navçe û bajaran ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP'ê, hevparên HDP'ê beşdarî konferansê bûn. Alên HDP'ê û pankarta "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" hatin daliqandin. 
 
Konferans di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi dirûşma "Şehîd namirin" hat destpêkirin. 
 
'Aysel Dogan rûmeta me ye'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrişa li ser cenazeyê Aysel Dogan a li Dêrsimê û got:"Aysel Dogan a ku bi salan e li sirgunê bû ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Hevala me ji roja çavên xwe ji cîhanê re vekiriye li dijî polîtîkayên li dijî gelê kurd li berxwe daye. Jiyana xwe di oxira siberoj û azadiya gelê kurd de derbas kir. Me bi hev re dît ku kurd dema jiyana xwe ji dest didin dijminatî li ser cenazeyên wan dewam dike. Di kîja ehlaq, hiqûq û pirtûkê de cenaze wekî dijmin tê dîtin? Aysel Dogan rûmeta me ye."
 
'Em ê li her derê bi zimanê xwe biaxivin'
 
Ayşeyê da zanîn ku wan bi coşeke mezin Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirine lê belê bi astengiyan rû bi rû mane û wiha pê de çû:"AKP dibêje me pêşiya zimanê kurdî vekiriye. Wekî lutfekê nîşan dide û dibêje 'hûn dikarin zimanê xwe hîn bibin'. Zimanê kurdî kirin zimanê bijarte lê mamoste tune ye. Hîn li parlamentoyê dema bi kurdî tê axaftin dibêjin 'X' zimanekî nayê zanîn. Hîn Serokomar dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Lê pirsgirêk di zihniyeta wan de ye. Hûn dijminatiya kurdî dikin. Hûn dijminatiya dîrok, çand, hunera kurdan dikin. Do destûr ji bo konsera dê Aynur Dogan li Derinceyê bidaya nehat dayin. Zanîbûn dê bi zimanê kurdî konser bê dayin loma destûr nedan."
 
'Her ku tecrîd kûr bû êrişa li dijî ziman zêde bû'
 
Ayşeyê da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûr bûye û got:"Naxwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin. Dixwazin bi rêbazên şer çareser bikin. Zimanê me û nasnameya me tune dihesibînin. Ji bo em Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin em derketin qadan lê belê asteng kirin. AKP û MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan dîsa nîşan da. Me ev tişt di hilweşandina goristanan dît. Her wiha me ev tişt di derxistina cenazeyên ji goristanan û veşartina wê ya di bin peyareyan de dît. Me ev tişt di kaşkirina cenazeyan de dît. Herî dawî me ev tişt di cenazeyê hevala me Aysel Dogan de dît."
 
'Ocaxên Tevgera Taybet kî ne?'
 
Ayşeyê diyar kir ku ji 1'ê Gulanê heta niha 11 jin hatine qetilkirin û got, "Bi hêza ku ji dewleta mêr hat girtin hatin qetilkirin. Îqtîdara ku  bersivê nade serlêdanan bi taybetî êrîşî jinên kurd dike tecawizî wan dike û êrîşên xwe kûrtir dike. Herî dawî li Şirnexê jinek qetil kirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet  Îbrahîm Barkin 4 salan êrîşî jina ku kuşt kiriye û şantaj lê kiriye. Vê jî têrê nekiriye wekî îqtîdarê ew qetil kiriye û cenazeyê wê avêtiye kêleka rê. Em ji Îpek Er dizanin û em dizanin. Ocaxên Tevgera Taybet kî ne? Girêdayî kê derê ne? Tenê ne bi operasyonên fiîzîkî yên qirkirinê, di kesayeta jinê de dixwazin hemû civakê bikin bin kontrola xwe. Di serdema dorpêça bajaran de kesên ku gotin Esadullah niha bi çeteyên cuda di rojevê de ne. Îqtîdara ku bi hemû hêza xwe 7 sal e êrîş dike bila li vê salonê binêre. Ev tenê hevalên me yên delege ne. Bila li qadên 8'ê Adarê binêre, bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne û paşve gav neavêtine. Tu encam ji rewşa Aysel nayê Tugluk girtin?  Me bi tu awayî gav paşde neavêtiye."
 
'Wê niqaşên me hebin'
 
Ayşeyê herî dawî diyar kir ku ew ê bahsa di pêvajoya 2 salan de çi kirin bike û ev tişt got, "Em ê li hemû herêman niqaş bikin ku em çawa dikarin serdema pêşiya xwe çawa bihêztir bikin? Em ê niqaş bikin ku em çawa dikarin li hember zîhniyeta olperest a zayendparêz têbikoşin û em ê li dijî vê bi hemû cudahiyên pergala azadîxwaz a  jinê civakeke nû biafirînin. Rêya we hemûyan vekirî be."
 
Konferans piştî axaftinên hatin kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji çapemeniyê re girtî hat berdewam kir.