Rêxistinên jinan û kesayetên navdar li dijî êrişan nameyek ji NY'yê re şand
- 15:14 16 Gulan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan rêxistin û kesayetên jinan li dijî êrişên Dewleta Tirk nameyek vekirî ji Neteweyên Yekbûyî re şandin. Jinan bang li NY`yê kir ku ji bo rawestandina êrişên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê mekanîzmeyên xwe seferber bike.
Bi pêşengtiya Kongra Starê, gelek rêxistinên jinan û kesayetên navdar mîna Judith Butler, Siliva Federici û Angela Davis nameyeke vekirî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand.
Name bi vî rengî ye:
"Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî,
Ji Rêxistina Jinê ya Neteweyên Yekbûyî re,
Êrişkariya dewleta Tirk a li dijî kurdan, di sala 2017'an de bi êrişa li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê ku 11 hezar penaber lê ne, gihîşt asteke nû.
Ji wê demê ve, Tirkiyê bajarên Efrînê (Adar 2018) û Serêkaniyê/Ra’s al-Ain (Cotmeh 2019) ku piraniya wan kurd lê dijîn, dagir kirine. Balafirên bêmirov ên çekdar ên Tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê digerin û atmosfereke tirsê û bêewlehiyeke kûr ava dikin.
Binesaziya sivîl, erebe û malan bê hişyarî rastî êrîşan tên. Xelk ji ber ku ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ditirsin ji axa xwe direvin.
Dewleta Tirkiye di çarçoveya xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de kuştinên xwe yên bê hiquq, êrîşên bi balafirên bê mirov û operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê weke ‘xweparastinê’ rewa dike.
Dewleta Tirk îdia dike ku ewlekariya wê ya netewî rasterast ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şingal û Mexmûrê ve rastî gefan hatiye. Her wiha Enqere dagirkeriya li ser sînorên Bakurê Sûriyeyê rewa kiriye û plan dike ku herêmên sînorî yên li Başûrê Kurdistan hîn zêdetir dagir bike û bi vî awayî ''ewlehiya sînorên Tirkiyeyê misoger bike".
Ew şerê çekdarî bi PKK’ê kar tîne da ku dagîrkeriya leşkerî û destwerdana siyasî ya li başûrê Kurdistan zêde bike û ev yek rewşa li wir bêtir bêîstiqrar dike û bêewlehiyê kûrtir dike.
Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi xwe bi rêkûpêk raportan li ser rewşa ewlekarî li Sûriyê û herwiha li Iraqê amade dikin. Ne bakurê rojhilatê Sûriyê, ne êzidiyên Şengalê û ne jî kampa penaberan a Mexmûrê ji bo Tirkiyê metirsiya ewlehiyê ne. Berovajî vê yekê artêşa Tirk binpêkirina mafên mirovan dike, kuştinên dervayî dadwerî li ser bingeha teknolojiya firokeyên bêpîlot û êrîşên li dijî hedefên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê, Şengal û başûrê Kurdistanê bêceza dikin.
Ev hemû li ser navê Peymana Neteweyên Yekbûyî pêk tên. Em kesên ku li jêr îmze kirine, piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê qebûl nakin.
Em îdiaya Tirkiyeyê ya xweparastinê red dikin û destnîşan dikin ku dewleta Tirk êrîşkar e.Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike û mekanîzmayên xwe ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê seferber bike."
Kesayet û saziyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ye:
Kongra Star, Federasyona demokratîk ya Rexistina Jinan li Rojava û Bakûr û Rojhilate Sûriye
Koordinasyona Jin a Reveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê
Benedetta Argentieri, rojnamevan û derhêner, Îtalya
Susanne Bader, Koordînasyona Avrupa ya Konferansa Jinên Cihanê, Almanya
Clare Baker, mekteba navnetawî ya sendika UNITE the union, Brîtanya
Zahraa Banaho, çalakvanê mafên mirovan, Rojavayê Sahara
Trude Bennett, rêxistinvana tenderustiya gelemperî, DYA
Janet Biehl, niviskar, hûnermend û edîtor, DYA
Vicky Blake, Serokê UCU, Brîtanya
Baroness Christine Blower, Kamara ya Lordan, Brîtanya
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin, Bakûr û Rojhilatê Sûriye
Debbie Bookchin, rojnamevan û niviskar, DYA
Debbie Brennan, rêxistina Jinên Radîkal, Australia
Mekteba jin a Meclîsa Syria Democratic, Bakûr û Rojhilate Sûriye
Beşa jin ya Partiya Rêya Demokratîk, Maxreb
Judith Butler, Profesor Zaningeha Kaliforniya, DYA
Orsola Casagrande, rojnamevan, Welatê Bask
Vandana Chaudry, profesor,ê zaningeha bajarê New York, DYA
Louise Christian, Pareszer, cîgira rûmetm ya Haldane ya Civaka Hiqûqnasên Sosyalîst, Brîtanya
Nora Cortinas, hev-avakarê Dayikên Plaza de Mayo, Argentina
Molly Crabapple, hûnermend û niviskar, DYA
Angela Davis, Niviskar û profesorê Emerita, zaningeha California, DYA
Mary Davis FRSA, Profesorê Dîroka Kedê li Zanîngeha Royal Holloway ya Londonê, Brîtanya
Francesca Degiuli, Profesorê, Zaningeha Fairleigh Dickinson, DYA
Barbara Ehrenreich, niviskar û rêxistinvan, DYA
Silvia Federici, niviskar û profesorê civaknasî, Zaningeha Hofstra, DYA
Lindsey German, Convenor Koalîsyona Şer Rawestîne, Brîtanya
Helen Gilbert, Jinên Radical Yekitiya Netewan, DYA
Dr Sarah Glynn, niviskar, Fransa
Ozlem Goner, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
Saloua Guiga, FemWise-Africa şaxê Tûnis, Tûnis
Rahila Gupta, nivîskar û rojnamevan, Brîtanya
Dr Hiba Haddadin, midûrê giştî a Weqfa Lêkolînên Zayenda Civakî, Urdun
Jean Halley, profesora Zankoya Bajêr a New York, DYA
Dr Basma Hamdi, sekreterê giştî a Federasyona Navnetewî a Jinên Afrikî, Tûnis
Dr Çoman Herdî, midûra Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî û Pêşketin li Zankoya Amerîkî a Silêmanî, Başûrê Kurdistan
Ava Homa, nivîskar, rojnamevan û çalakvan, Kanada/DYA
Dr Amber Huff, Enstîtûya Lêkolînên Werarê, Brîtanya
Barones Helena Kennedy QC, Kamara ya Lordan, Brîtanya
Hosu Kim, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
Neemat Koko, midûra navenda lêkolînen zayendê civakî, Sûdan
Claudia Korol, rojnamevan û nûnera rêxistina Feministas del Abya Yala, Arjantîn
Andrea Koskondi, endama komîteya rêveber a Federasyona Giştî a Sendîkayên Karkeran (GFTU), Brîtanya
Şeyda Kurt, nivîskar, Elmanya
Dr Carol Mann, midûra rêxistina Women in War, Fransa
Joya Misra, profesora Zanko a Massachusetts, DYA
Barones Jones of Moulsecoomb, Kamara ya Lordan, Brîtanya
Tevgera Civakê Demokratîk (TEV-DEM), Mekteba Jinê, Bakur Rojhilatê Sûrî
Meclisa Jin a Bakur Rojhilatê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî
Kejal Nûrî, nivîskar û çalakvan, Holanda
Shamiran Odisho, Sekretera Komala Jinên Iraqî, Iraq
Margaret Owen, Seroka Rêxistina Jinebiyên Ji Bo Aşitî Bi Riya Demokrasî, Brîtanya
Julia Pascal, nivîskarê lîstikê, rojnamevan, Brîtanya
Maxine Peake, lîstikvan û nivîskar, Brîtanya
Rosalind Petchesky, Zankoya Bajar a New Yorkê, DYA
Louise Regan, National Officer, Membership and Equality, National Education Union, Brîtanya
Khadija Riyadi, çalakvan û xwediyê Xelata Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî, Fas
Tiba Saad Abdelkarim, tevgera femînîst a Intadifi, Iraq
Rita Segato, akademîsyenê femînîst û profesora rûmetiyê a Zankoya Brasilia, Arjantîn
Dr Maha Al Sekban, Seroka Navenda Mafên Mirovan a Jinan, Iraq
Marina Sitrin, hiqûqnas, nivîskar û doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
Sabah Shuaib, koordînatora Şebekeyên Aşitî li Rojhilatê Lîbyayê, Lîbya
Prof. Radha D’Souza, Zankoya Westminster, Brîtanya
Gloria Steinem, nivîskar û çalakvan, DYA
Dr Greta Sykes, nivîskar û hunermend, Brîtanya
Baskê Jin a Partiya Pêşeroj ê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî
Meclisa Jinên Sûrî, Surî
Atika Al Taiif, Partiya Riya Demokratîk, Fas
Shavanah Taj, Sekreterê Giştî a sendîkaya Wales TUC, Brîtanya
Meredith Tax, nivîskar û çalakvan, DYA
Saadia Toor, doktora doçent, Zankoya Bajêr a New York, DYA
Prof. Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekitiya Ewropa û Tirkiyê (EUTCC), Norvêç
Debra Winger, lîstikvan û çêker, DYA
Jan Woolfe, nivîskar, endama komîteya şano a rêxistina Writers Guild, Brîtanya
Kombûna Jinên Zenûbya , Bakur Rojhilatê Sûrî