HDP: Em qedexe û zextên li ser ziman û çanda kurdî qebûl nakin
- 14:55 16 Gulan 2022
- Rojane
ENQERE - HDP'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî betalkirina konsera Aynur Dogan a li navçeya Derinceyê ya Kocaeliyê ye diyar kir ku ew qedexe û zextên li ser ziman û çanda kurdî qebûl nake û got:"Di vê çarçoveyê de em ê li dijî polîtîkayên sîstematîk ên li ser zimanê kurdî tên meşandin, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû zimanan bi pêş bixin û bidomînin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî betalkirina konsera Aynur Dogan a li navçeya Derinceyê ya Kocaeliyê ye daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin bi sedan salane li ser ziman û çanda Kurdî û zimanên ji derveyî tirkî polîtîkayên asîmîlasyonê û zordariyê tên meşandin.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Bi sedan salane li ser ziman û çanda Kurdî û zimanên ji derveyî tirkî polîtîkayên asîmîlasyonê û zordariyê tên meşandin. Bi taybetî jî piştî sala 2015’an ev polîtîka dijwartir bû û gihişt asteke qirkirina çandî û zimanî. Mînaka herî dawî ya van polîtîkayan, betalkirina konsera Aynur Dogan a li navçeya Derinceyê ya Kocaeliyê ye.
Em polîtîkayên sansûr, qedexe, zext û asîmîlasyonê bi taybetî li ser zimanê Kurdî û bi tevahî li ser zimanên din ên ji bilî tirkî qebûl nakin. Mixabin îro ev zihniyeta qedexeker heta şaredariyan jî belav bûye û ev bûyer xuya dike ku rewş çi qasî xerab e.
Di vê çarçoveyê de em ê li dijî polîtîkayên sîstematîk ên li ser zimanê kurdî tên meşandin, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû zimanan bi pêş bixin û bidomînin."