Li Iraqê ji ber bahoza tozê dibistina ketin betlanê

  • 10:13 16 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê ji ber bahoza tozê, dibistan ji bo rojekê ketin betlaneyê.
 
Rêveberiya Avhewayê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bendê ye îro  gelek bajarên Iraqê di nava tozê de bimînin.
 
Serê sibehê destpêkê Bexda, hema bêje hemû bajarên Iraqê di nava tozê de man. Bi dehan kesên nefesa wan teng bûn, rakirin nexweşxaneyê.
 
Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê ragihand ku ji ber tozê, wan rojek navber dane perwerdeyê. Di van kêliyan de hîn jî bandora tozê dewam dike.