Rêhevalên Aysel Dogan: Aysel heqîqeta Dêrsimê bû

  • 09:47 16 Gulan 2022
  • Rojane
Şîrîn Çinar
 
DÊRSIM - Hevalên siyasetmedara kurd Aysel Dogan a li Kolna Elmanyayê jiyana xwe ji dest da wiha gotin:"Aysel Dogan heqîqeta Dêrsimê bû."
 
Endama Koma Aştiyê ya 2'yan Aysel Dogan ku bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'an de ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê, di 11'ê Gulanê de li bajarê Koln ê Almanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ayselê di 14'ê gulanê danê sibê li Amedê bi dirûşma "şehîd namirin" hat pêşwazîkirin û ber bi Dêrsimê ve hat şandin. Aysel li Goristana Asriyê hat definkirin. 
 
Aysela di sala 1953'yan de li Dêrsimê ji dayik bûye, ji ciwaniya xwe ve ji bo naskirina nasnameya kurd di nava rêxistinên girseyî de cih digirt. Aysela ku piştî ku ji Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Hînkirina Bedenê qedand, mamostetiya lîseyê kir. Di derbeya leşkerî ya 1980'î û salên piştre de gelek caran hat binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû ma. Bi salan bêyî ku dadgehê bibîne, bê pirs di girtîgehê de ma. Di Hilbijartina Giştî ya 20’ê cotmeha 1991'ê de dema ku şer li Kurdistanê giran bû, ji bajarê xwe Dêrsimê bû namzetê parlamenteriyê ya serbixwe. Her çendî li herêmê namzedê parlamentoyê yê herî zêde deng girtibû jî, ji ber qanûna hilbijartinan a dijdemokratîk dengên wê nehatin dîtin û rê li ber şandina wê ya parlamentoyê hat girtin.
 
Aysel, ji ber çalakiyên xwe yên li Dêrsimê di demeke kurt de dibe yek ji hedef. Dema gefên kuştinê lê dixwin, bi awayekî neqanûnî diçe derve. Li Almanyayê daxwaza penaberiyê dike û piştî demekê daxwaza wê tê qebûlkirin. Di jiyana xwe ya li Elmanyayê de beşdarî têkoşîna azadiya Gelê Kurd bû û di nava xebatên siyasî de cih girt.
 
Di sala 1999'an de bi bangewaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û hat girtin. Piştî 10 salan li girtîgehê derket û berê xwe da Dêrsimê û li vir Akademiya Çand û Baweriyê ya Elewiyan ava kir. Vê demê di bin navê operasyona KCK'ê de tê girtin û 18 sal ceza lê tê birîn. Di sala 2015'an de cezayê wê te xirakirin, ji ber nexweşiya wê serbest tê berdan. Ji bo tedawiyê berê xwe dabû Almanyayê û li vir jiyana xwe ji dest da.
 
Hevalên wê ji ajansa me re behsa têkoşîna Ayselê kirin. 
 
'Me hevaltiya aştiyê ava kir'
 
Yuksel Genç jî bi Aysel Dogan re di heman girtîgehê de ma, diyar kir ku hevaltiya wê bi Aysel re ne tenê hevaltî ye, di heman demê de rê hevaltî bû û got: “Ez û Aysel 23 sal berê ji bo aştiyê derketibûn rê. Ji bo ku em aştiyê bînin van xakan me her tişt girt berçavan. Bi vî rengî me bi hev re hevaltiya aştiyê ava kir. Ayselê, yek ji mirovên herî berxwedêr bû. Her tim dizanî dê çi bike, ne bêbiryar bû û tiştê ku dixwest bike dikir. Li hemberî zehmetiyan pir serhişk bû. Dibe ku ev israr û serhişkî tiştekî bi Dêrsimê re hebûya."
 
‘Mafê definkirinê hat xespkirin' 
 
Yuksel, destnîşan kir ku Aysel emrê xwe da azadiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Nehiştin merasîma cenazeyê pêk bê û erişê cenazeyê kirin. Aysel tenê dixwast bighije rêhevalên xwe. Lê ligel êrişan me nekarî em Ayselê defin bikin û mafê me yê definkirinê ji destê me hat girtin. Her wiha daxwaza hêrî dawî ya Ayselê jî hat xespkirin. Ez jî û hemû hevalên wê jî ji ber vê sedemê dilşikestîne. Cenaze ji Amedê heta Dêrsimê bi berxwedana gel hat. Aysel bi me re bû. Aysel çawa dijiya wisa jî jiyana xwe ji dest da. Di nav berxwedanê de jiya û wisa jî jiyana xwe ji dest da. Me dixwest ku em bi destê xwe Ayselê definbikin." 
 
‘Sembola jinên Dêrsimê bû'
Şukran Yilmaz jî li girtîgehê bi Aysel re maye û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Aysel Dogan heqîqeta Dêrsimê bû. Hezkirina wê jî hersa wê jî wek behrê bû. Ji ber vê Mamoste Aysel hem çiyayên me bû û hem jî behra me bû. Hem bi berxwedana xwe û hem jî bi dostaniya xwe sembola jinên Dêrsimê bû."
 
Şukran, wiha bal kişand ser êrişa li hemberî cenazeyê: "Mamoste Aysel her tim digot 'Hûn ji miriyên me ditirsin'. Bi rastî jî wisa ye û ji miriyên me ditirsin. Ev êriş tê wateya bêtehemûliya li hemberî jinan. Me nekarî em êşa xwe bijîn. Mamoste Aysel gotibû 'Bila damleyek xwîna rêhevalên min nerije'. Lê belê me nekarî em destê xwe bidin gora wê. Li ser vê erdnegariyê hurmetê nîşanî miriyên me nakin."
 
'Gelek tişt hene ku mirov dikare ji jiyana wê hîn bibe'
 
Evrîm Konak, da zanîn ku mirov nikare bi rehetî behsa Ayselê bike û got: "Aysel şopek ji dîrokê re hişt. Aysel şoreşger bû, jin bû û pêşeng bû. Hemû jiyana xwe fedayê gelên bindestan kir. Di têkoşîna Gelê Kurd de şoreşgereke aktîf bû. Em bi Ayselê re têkoşiyan. Ez bi Ayselê re bi heman girtîgehê mam. Dost û rêhevalên xwe gelek hes dikir. Çend li hemberî rêhevalên xwe yên cenfeda bi hestiyarbû, ewqas jî li hemberî dijmin jî bi hers bû. Ji ber vê sedemê jî xwedîderketina li Ayselê rûmetek e. Divê bi taybetî jî jin xwedî li Ayselê derkevin. Tişta ku em ji jiyan û berxwadan wê hîn bibin gelek zêde ne."