‘Karîzma’ Abdullah Ocalan ewlehî tehdîd kiriye

  • 09:07 16 Gulan 2022
  • Rojane
ENQERE - Pirtûka Gayle Tzemach Lemmon a ‘Keçên Kobanê’ ji hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel re hat şandin lê ji aliyê îdara girtîgehê ve bi hinceta tehdîdê ava dike nehat dayîn.
 
Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel li girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 3 a Sîncanê dimîne. Sebahat Tuncel der barê pirtûkên ‘Keçên Kobanê’ ya Gayle Tzemanch Lemmon û pirtûka ‘Nivîsên li ser Kurdistanê’ ya Martîn Van Bruînnessen ku jê re hatibû şandin û rêveberiya girtîgehê nedanê de nameyek ji JINNEWS’ê re şand.
 
Sebahat Tuncel da zanîn ku pirtûka ji bo wê hatine şandin nedane wê û sedema vê nêzikatiya desthilatdariyê ya li hember pirsgirêka kurd e.
 
‘Rejîma yekparêze xweza bêzar kiriye’
 
Sebahatê der barê mijarê de di nameya xwe de wiha vegot: “Feraseta yekparêz, faşîst û otorîter ya li tirkiyeyê civak, xweza û  jin bêzar kirine. Tirkiyeya bi lez ji demokrasî û azadiyê dûr dikeve, ketiye krîzek siyasî û aborî. Li cihekî ku gotina desthilatdariya xwe dispêre zilm û zorê, dewlet zext û şîdetê diafirîne û her kesî diçewisîne. Bêguman yek ji van qadên ku herî zêde ev polîtîka lê tê meşandin girtîgeh in.
Jiyana li girtîgehê têkoşînê ferz dike. Ji aliyê dewletê ve rewşeke binpêkirina mafan tê jiyîn. Maf û azadî tên xespkirin. Em li dijî van xespsan têkoşîna maf dimeşînin. Yek ji van têkoşînên maf jî mafê xwendina pirtûkan e. Lê em pirsgirêka pirtûkan ya bi hinceta ‘ ewlehiya cemawerî dike xetereyê’ nayên dayîn dijîn. Tevî ne qedexe bûn du pirtûk bi hinceta benda b a xala 11’emîn a qanûna hejmar 5275 nehatin dayîn. Pirtûkek ya Martîn Van Bruînessen ‘Li ser Kurdistanê nivîs’ ya din jî ya Gayle Tzemanch Lemmon ‘Keçên Kobanê’ bû.
 
Karîzmatîk ewlehiyê tehdîd dike
 
Tevî pirtûk ne qedexe ye jî rûpela 37 û 36’an ku nirxandina ‘Kesekî karîzmatîk yê bi navê Abdullah Ocalan ji bo welatê serbixwe yê Kurdistanê ava bike’ dike,  wek nirxandineke ‘pesnê rêxistinê tê dayîn, lîderê rêxistinê tê mezinkirin, nivîsên ku dijminahiyê îfade dikene’ hatiye kirin. Tiştekî wisa ne bi zanist, ne bi hiqûq ne jî bi ahlaq dikare bê îfadekirin.
 
Ev zîhniyet wê Tirkiyeyê ber bi têkçûnê bibe
 
Qedexeya pirtûkan, astengkirina maf û azadiyên esas ên azadiya fikr û ramanê, qedexeya çapemenî û ragihandinê, tu car ne pratîkên dewleta hiqûqî ya demokratîk e. Ev pêkanîn pêkanînên rejîma dîktator, otorîter, despotîk û totalîter in. Qedexekirina pirtûkan, şewitandina pirtûkan û desteserkirin di darbeya 12’ê îlonê de hatiye jiyîn. Zîhniyeta ku pirtûkê wek alava tehdîdah li hember ewlehiyê dibîne, wê Tirkiyeyê jî ber bi tarîtiyek mezin ve bibe.
 
Piştî 2015’an rê li ber krîzek mezin hatiye vekirin
 
Piştî Hezîrana 2015’an şûnde xeta siyasî ya Tirkiyeyê ketiye xespkirina îradeya gel a di rêveberiyên herêmî de, globalkirina di navbera gel û baweriyan de, girankirina newekheviyê û krîzeke mezin a siyasî û aborî afirandiye. Daraz di yek destî de hatiye komkirin. Bêguman vê rewşê pergala hiqûqî ya demokratîk ji holê rakiriye. 
 
Encama pêkanînên desthilatdariya siyasî ye
 
Ev pêkanîn bê guman encama pêkanînên desthilatdariya siyasî ye. Wek Lijneya Perwerdehiya Saziya Înfaza Cezayê Tîpa L a Hejmara 3'yan a Sîncanê îdia kiriye pirtûk saziyê tehdîd nake û bi kurtasî wek min îfade kir, ev pêkanîn encama desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Di demên dawî de pirsa ‘azadî yan jî ewlehî’ ji aliyê kesên nêzî desthilatdariyê û desthilatdariyê ve tên ziman. Tu welatekî ku azadî lê hatibe rakirin di dîroka cîhanê de ne di ewlehiyê de ne. Di geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de me ev tabloya bi êş dîtiye.
 
Divê Tirkiye ji vê tabloyê xilas bibe
 
Di encamê de weke ku saziyê îdia kiriye, gotina Birêz Abdullah Ocalan lîderekî karîzmatîk e, ewlehiyê nake xetereyê û ev di encama zîhniyeta desthilatdariyê de pêk hatiye û encama polîtîka tecrîdê ye û helwesta li hember kurdan e. Biryara hatiye girtin her çiqas bispêrin qanûnê jî dijhiqûqî ye. Di sedsala 21’ê de Tirkiyeya ji pirtûkan ditirse tu tiştekî ku bide gelan jî tune ye. Divê demildest Tirkiye ji vê tabloya reş xilas bibe û dema wê hatiye derbas jî dibe.”