Abdullah Ece yê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat definkirin

  • 22:19 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Cenazeyê girtiyê nexweş ê giran Abdûllah Ece, bi tevlibûna sedan kesan li gundê Bana yê navçeya Basayê hate veşartin. 
 
Cenazeyê girtiyê nexweşê giran Abdullah Ece (73) yê li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê dihat girtin û piştî bi koronayê ketibû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî li gundê Bana yên navçeya Basa ya Şirnexê hate veşartin. Cenazeyê Abdullah ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, bi balafirê anîn Şirnexê. Parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên navend û navçeyan ên partiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û bi sedan kesan cenazeyê Abdullah li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin. Cenazeyê Abdullah yê bi konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk dihat anîn gundê Bana yê Basayê, ji bo wecîbeyên wî yên olî pêk bînin birin mizgefta gund. 
 
Cenazeyê Abdullah yê bi rengên kesk û sor û zer hatibû pêçandin bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” li goristana gund hate veşartin.  
 
'Abdullah ji bo mat heq hiqûqê jiyana xwe ji dest da'
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ê di goristanê de axivî, wiha got: “Ew, kesên ku li dijî zilm û zordariyê ji bo azadiya gelê xwe ji bo heq û hiqûqê têdikoşin e. Gelê kurd li dijî tu gelan dijminatiyê nake. Axa kesî dagir nake û nasnameya kesî înkar nake. Lê serdest van hemûyan li dijî kurd dikin. Nahêlin ku gelê kurd li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. An li serê çiyayekî me dikujin an jî li girtîgehê. Girtîgeh îro vegeriyane malên darvekirinê. Bi dehan hevalên me ji ber zordestiyê jiyana xwe ji dest dan. Ew munafik in. Gotinên wan û kirinên wan ne yek in. Hevalê me yê Abdullah jî ji bo maf, hiqûq û azadiyê jiyana xwe ji dest da.”
 
Malbata Abdullah wê li gundê Bana şînê qebûl bike