Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe ji dest da

  • 21:53 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Turkiya Îldem, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Aştiyê Turkiya Îldem(85) ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dijiya jiyana xwe jidest da. Turkiya du roj berê rakiribûn nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Turkiya li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku cenazeyê Turkiya ji morgê hat rakirin îro li Qoserê li Goristana Mezopotamyayê  hate definkirin.
 
Turkiya, di sala 2007’an de ji bo ku kurê xwe yê tevlî PKK’ê bûbû çûbû Qendîlê. Piştî ku 6 saet li Qendîê mabû di vegerê de hatibû binçavkirin. Derheqê Turkiyayê de lêpirsin hatibû destpêkirin û di sala 2008’an de wê şandibûn girtîgehê. Turkiya, di sala 2012’an de serbest hatibû berdan.