Li Sîlopiyê jin ji bo Sakîneya hat qetilkirin meşiyan edliyê

  • 17:35 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Jinên ku qetilkirina Sakîne Kultur şermezar kirin , meşiyan Edliyeya Sîlopiyê.
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnxê Sakîne Kultur bi îşkenceê hat qetilkirin û cenazeyê wê li kêleka rê hat danîn. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê de hat destpêkirin  Îbrahîn Barkin û Yunus Kultur û Haci Kultur hatin binçavkirin. Sê kesên hatin binçavkirin lêpirsîna wan li edliyayea sîlopiyê didimîne. 
 
Jên ku qetilkirina Sakîneyê Şermezar kirin  meşiyan Edlieyaya Sîlopiyê. Jinên hatin ber edliyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinên ku demekê li ber edliyê rawestiyan piştre bi dirûşman derbasî mala Sakîneya hat qetilkirin bûn.