Derbarê kuştina Sakîneyê de 3 kes hatin binavkirin
- 16:55 15 Gulan 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Derbarê kuştina Sakîne Kultur a bi îşkenceyê de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Sakîne Kulter bi îşkneceyê hat kuştin û cenazeyê wê danîbûn kêleka rê. Derbarê kuştina Sakîneyê e ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê ve lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yunus Kultur ve Kultur hatin binçavkirin.
Sê kesên ku serê sibehê hatin binçavkirin, piştî karê wan li muduriyeta polîsan birin Edliyeya Sîlopiyê û karê wan li dozgeriyê berdewam dike.