Çûna gundên li kuntarê Çiyayê Cûdî hat qedexekirin
- 16:15 15 Gulan 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Çûna gundiyan a gundên li quntarên Çiyayê Cudî hat qedexekirin.
Li herêmên Cudî,Gabar û Bestayê operasyonên leşkerî ji hewayî û bejahî didomin. D çarçoveya operasyonan de gundên girêdayî Şirnexê ku li quntarên Çiyayê Cudî yê bi navê Serêdehlê,Avgamasya û Şilewêt têketina wan ji welatiyan re hatiye qedexekirin. Welatiyên ku îro dixwestin biçin bax û baxçeyên xwe bi hinceta “Operasyon heye” ketina wan a van gundan hat astenkirin. Hat diyarkirin ku wê qedexe 10 rojan berdewam bike.
Her wiha di 11'ê Gulanê de jî gundên navçeya Silopî ya Şirnexê yên wekî Xinis, Şemga, Sorbitmê û Girêçolya yên ku dikevin quntarç Çiyayê Cûdî bi hinceta “ewlehiyê” hatin qedexekirin.