Li Cîzîrê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

  • 14:46 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi minasebeta pîrozbahiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê Zimanê Kurdî bi awayekî azad li  hememû qadan bê bikaranîn.
 
Bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek daxuyaniyek hat dayîn û Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.  Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û rêxistinên HDP’ê yên navend navçeyên Şirnexê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Pankarta  bi nivîsa “ 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate vekirin û dovîzên wekî “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez bi kurdî dijîm”, “Zimanê azad civakekê azad e” hatin rakirin. 
 
Girseyîyê beriya daxuyaniya bê dayîn ji bo balê bikşînin ser qedexeya li ser ziman xwest bimeşe. Lê ji hêla polîsan ve hat astengkirin.  Demek dirêj di nav polîs û girseyiyê de nîqaş derketin. Piştî astengkirinê girseyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hate xwendin. 
 
‘Polîtîkayên înkarkirinê berdewam in’
 
Zîlan, da zanîn ku ji bo  banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were bicihanîn û mayînde bibe, Gelê Kurd di sala 2007'an de 15'ê Gulanê "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiriye û  her sal vê Cejnê bi ruhekî neteweyî pîroz dike. Zîlan, wiha axivî: “Êm ê îsal jî vê cejnê bi heman ruh, helwest, coş û  kelecanê pîroz bikin. Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna Komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna Gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên Neteweyî yên Gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan didome.”
 
'Divê Zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi'
 
Zîlan, destnîşan kir ku ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de,  pewiste zagonên bingehîn en ku li  pêşiya azadiya Zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin û wiha pêde çû: “Divê Zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi. Di peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî, xala 26'an, di benda 3'yemîn de hatiye diyarkirin 'biryara hilbijartin û şêwaza perwerdehiya zarokan, mafê hemû dayik û bavan a bingehin e.' Herwiha mafê dayik û bavên kurd jî Heye ku şêwaza perwerdehiya zaroken xwe hilbijêrin û diyar bikin. Di sedsala 21'êmîn de, hîn jî li ser bi milyondan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, tirkî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qutbûyi, bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne.”
 
‘Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e’
 
Zîlan, di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku divê AKP-MHP û rayedarên dewleta Tirkiyeyê ji ber van polîtîkayên xwe yên înkar û bişaftina li ser çand, ziman û nasnameya kurdî, ji Gelê Kurd lêborînê bixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê ji 70 hezaran zêdetir dibistan, ji milyonekê zêdetir mamosteyên ku bi zimanê tirkî perwerdehîyê didin hene, yek dibisteneke ku ji bo perwerdehiya zimanê kurdî hatiye avakirin û bi kurdî perwerdehî têde tê dayin tune ye. Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê jî xurtkirin û mayindekirina ve stûnê ye.”
 
‘Gelê Kurd listikên AKP-MHP’ê yên xapînok qebûl nake’
 
Zilan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê jî, Gelê Kurd, bi lîstikên AKP-MHP'ê yên xapînok ên weke; 'bila kurd bi qursan, dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê xwe fêr bibin qebûl nake. Ev lîstik û pêkanînên AKP-MHP'ê, bi awayekî girantir berdewamiya bişaftinê ne. Gelê Kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname,  ku hêmanên statuya siyasî ya Gelê Kurd in, tu car qebûl neke. Çawa ku zarokên tirk li vî welatî bi awayekî azad ji hemû maf û azadiyan sûd werdigirin, pewiste zarokên kurd û hemû zarokên li vî welatî dijîn jî, bi awayekî wekhev, di serî de Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê, ji hemû maf û azadiyan sûdê werbigirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” , “Zimanê kurdî rûmeta me ye” bi dawî bû.