'Em bi berxwdanê ber bi azadiyê ve dimeşin'

  • 13:25 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li Kadikoyê xwendekarên welatparêz di komxebata  ku bi dirûşma "Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin" li dar xistin de bal kişandin ser êrîşên hevpar ên AKP-PDK'ê û banga rêxistinbûnê kirin.
 
Piştevaniya Xwendekaran li Navenda Çandê ya Kadikoyê Kozyatagi bi dirûşma "Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin" komxebatek li dar xist. Meclisa Xwendekarên Demokratîk, Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên Enqere, Antalya, Kocaelî, Aydin Eskîşehîr û Îzmîrê beşdarî komxebatê bûn. Pankartên bi nivîsa "Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve diçin", "Jinên ciwan li ber xwe didin xwe bi azadiyê dixemilînin",  " Bi rûhê ciwan em ê zaningehan azad bikin" hatin daliqandin. Posterê Şerzan Kurt ê xwendekarê zanîngehê ku li Muglayê ji alyê polîsan ve hat qetilkirin û xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin jî li salonê hatin daliqandin.
 
Ciwanên ku di saetên serê sibehê de salon tije kirin, li ber erbaneyê bi bi lîlandinê govend gerandin. 
 
Li ser rewşa zanîngehan hat axaftin
 
Di komxebatê de bi minasebeta 15'ê Gulanê  Cejna Zimanê Kurdî di serî de bal hat kişandin ser zextên li ser Zimanê Kurdî. Piştre polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên kurd tên meşandin, pirsgirêkên xwendekaran ên li zanîngehan, birêxistinkirina ciwanên kurd li zanîngehan hatin nîqaşkirin.
 
Di civînê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Berxwedan jiyan e", "Jin jiyan azadî", "Bimre xiyanet" û "Bijî berxwedana ciwanan" hatin berzkirin.
 
Komxebat piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.