'Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derkevin'

  • 13:08 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê, bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî şahî li dar xist. 
 
Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê şahî li dar xist. Di şahiyê de pankarta bi nivîsa "Bi Kurdî perwerde bibe" û "Ziman beden e", "Zimanê Kurdî sedema têkoşîna me ye Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be", alên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê hatin hildan. Her wiha dibistan bi rengê kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Tevahî mamosteyên dibistanên Kantona Kobanê û Herêma Firatê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de Komên Kûlîlkên Pêşerojê, Koma Keçikan a Navçeya Qinê, stran gotin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna têkoşerên azadiyê hat girtin û paşê li ser navê Zanîngeha Kobanê ji aliyê Şêrîn Mislim ve axaftin hat kirin.
 
'Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derkevin'
 
Şêrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hebûna zimanê dayikê û rola wê ya di nava civakê de û wiha lê zêde kir: "Zimanê Kurdî zimanê Kurd û Kurdisanê ye, ji ber vê yekê divê hemû kurd xwedî li vê hebûnê derbikeve. Zimanê me nasnemeya me ye, sedema hebûn dîrok û deskeftiyên me ne."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.