Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava dest pê kir

  • 12:07 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Kongreya Star Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava li Qamişloyê dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Kongreya Star Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava li Qamişloyê dest pê kir. Beriya çend kêliyan li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Ji bo yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê” Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava dest pê kir.
 
Nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Komeleya Efrînê ya Civakî, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û mêvanên ji herêma Firatê, kantona Şehbayê û Reqa beşdarî civînê bûne.
 
Her wiha hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed û endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî di civînê de amade ne.
 
Ji derve jî bi rêya Zoomê berdevka Têkiliyên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-Şengal Soham Şengalî û hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad û ji Başûr dê bi navê Komeleya Dadweriyê ya Kurdistanê di beşa yekê ya civînê de beşdar dibin.
 
Di beşa duyem de jî, ji Başûr endama rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Reşîd, ji Başûr endama Tevgera Goran Saza Ebdullah, ji Almanyayê hevseroka Konfedrasyona Civakên Kurdistanê Zeyneb Zimirûd û dîsa ji Başûr dê çalakvana sivîl û endama Însiyatîfa Piştgiriyê ji bo Rojava Dilsoz Zengîn, dê beşdar bibin.
 
Dê axaftina destpêkê ji aliyê berdevka Kongra Star Remziye Mihemed ve bê kirin.
 
Tê payîn ku du mijarên sereke bên nîqaşkirin; geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û nêrînên jinan li ser wan û helwesta jinan a li hemberî dagirkeriyê. Dê civîn bi encamnameyekê bi dawî bibe.