Malbatên ku hevjînên wan çek danîne: Dev ji îxanetê berdin

  • 09:54 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê malbatên ku hevjînên wan dev ji cerdevaniyê berdane û çek danîne, anîn ziman ku ew şer û kuştinê naxwazin û ev bang li cerdevanan kirin: “Dev ji cerdevaniyê berdin û çêkan deynin. Kesên ku çekê didin destên xwe îxanetê li gelê xwe dikin.”
 
Zext û zilma li ser Gelê Kurd bi salan e bi şêwazên cûda heta roja îro berdewam dike. Ji wan şêwazan yek jî ew e ku di salên 80 û 90’î de leşkerên tirk bi ser gundên Kurdistanê de digirtin û ji bo bibin cerdevan gef û zilm li welatiyan dihat kirin. Bi hezaran welatiyên ku cerdevanî qebûl nekirin ji neçarî ji gundê xwe koçber bûn. Hîn welatiyan jî cerdevanî qebûl kirin û li gundên xwe man. Lê gelek cerdevanên ku ji ber zextan çek girtibûn piştre çekên xwe danîn. Cerdevanên ku îro peywira xwe didomînin tevlî operasyonên ku Tirkiyê di 17’ê nîsanê de bi piştgriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna êriş dan destpêkirin, dibin.  
 
Malbatên ku ku li navçeya Elkê dijîn û hevjînên wan dev ji cerdeviyanê berdane û çek danîne, axivîn.
 
Piştî kurê xwe dev ji cerdevaniyê berda
 
Eydê Bal a ku 65 salî ye û ji elkê ye, anî ziman ku berê jiyanek wan a gelek xweş û aram hebûye. Eydê, bi lêv kir ku ji ber nasnameya xw gelek zilm ji dewletê dîtine û wiha axivî “Ligel hemû zordariyan me jiyana xwe didomand. Lê belê zilm û zordariya dewletê jî li ser Gelê Kurd dihat kirin. Di salên  80 û 90’î li me hat ferzkirin. Ji bo ku em dev ji axa xwe bernedin hevjîna min 21 sal berê ji neçarî bû cerdevan. Hevjînê min Velî Bal di sala 1991’an de dest bi cerdevaniyê kir û di sala 2001’ê de jî dev ji cerdevaniyê berda.  Di sala 2001’ê de kurê min Recep Bal tevlî refên PKK’ê bû û 6 salan ma.  Di sala 2007’an de jî hat girtin û 22 sal ceza lê hat birîn. Ev 15 sal in kurê min girtî ye. Dema kurê min tevlî PKK’ê bû şûnde dewletê zext û zilm li ser me zêdetir kir. Ji ber vê yekê jî piştî kurê min çû şûnde, yanî 21 sal berê hevjînê min dev ji cerdevaniyê berda. Li hember zilmê çek danî. ”
 
‘Bila hemû cerdevan çekên xwe daynin’
 
Eydê, got jiyan niha gelek ne xweş bûye û bal kişand ser şerê ku li Başûr tê meşandin û wiha domand: “Li her derê şer heye. Gelê Kurd tê kuştin. Li kêleka me dewlet êrîşî dervê sînor dike. Em dayik şer naxwazin, bila êdî dilê dayikan neşewite. Em vê şerî qebûl nakin. Bila ev şer bisekine. Ev dixwazin hemû gel bibe yek. Lê cerdevanên li vir berê xwe didin sînor û tevlî şer dibin. Em dixwazin bila ew cerdewan jî dev ji cerdewaniyê berdin. Em naxwazin kur kurdan bikuje. Herdu alî jî kurd in. Bila hemû kes dev ji cerdevaniyê berde. Heta kengî wê îxanetê li gelê xwe bikin. Kesên ku îro cerdewan in bûne pêlîstokên dewletê. Bila neyên lîstoka tu kesî. Li sînor ji ber şerê diqewime dilê me dayikan dişewite. Bila tu kes îxanetê li gelê xwe neke. Bi îxanetê tu tişt destê mirovan nakeve. Barzanî jî bûye hevkarê dewletê û piştkiriya dewletê dike. Mirov çawa vî tiştê li gelê xwe dike.  Beriya ku dereng bimîne bila dest ji îxanetê berde. Em jiyanek xweş, azad, aştî û wekhev dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em ji vê şerê re dibêjin êdî bes e.”
 
Ji ber zilma dihat kirin çek danî
 
Ji kesên ku çek danîne yek jê jî hevjîna Esmer Ataman (50) e. Esmer, da zanîn ku ew bi hevjînê xwe re li gundê Gûanisê ya Elkê dijiyan û beriya ku ew bizewice hevjînê wê dest bi cerdevaniyê kiriye. Esmer, destnîşan kir ku di malbata hevjînê wê de bavê hevjînê wê jî cerdevan bûye û wiha domand: “ Di salên 90’î de dewletê bi ser gund de girtiye û zilm li gundan kirine ku ji bo bibin cerdevan. Welatiyên gund jî ji bo ku dev ji axa xwe bernedin ji neçariyê bûne cerdevan. Wê demê hinek kes hatin li navçeyê jî bi cih bûn. Niha jî jiyana me bi çandinî û koçberiyê derbas dibe. Hevjîna min Abdulhakîm Ataman di sala 1982’an de dest bi cerdevaniyê kir. Kurê min Husnu Ataman di sala 2009’an de hat girtin û hevjîna min jî wê demê dev ji cerdevaniyê berda. Kurê min ji ber dosyekî siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û di sala 2007’an de jî hat tahliyekirin. Keça min jî di sala 2013’an de tevlî PKK’ê bû. Hevjîna min nêzî 27 salan cerdevanî kir. Hevjîna min ji ber ku dev ji cerdevaniyê berda dewletê gelek zext li me kir. Ji ber cerdevaniyê navê mirovan qirêj dibe.”
 
‘Piştî cerdevî berda zilm gef li me hatin kirin’
 
Esmer, destnîşan kir ku piştî hevjînê wê dev ji cerdevaniyê berdaye şûnde dewletê zilm li wan kiriye û gelek caran bi ser mala wan de hatiye girtin û wiha pêlda axaftina xwe: “Zilm li me dikirin. Hevjîna min dema çek danî jî dewletê jê re got ‘hîn kes te tehdît dikin, tu ji ber wê çeka xwe datînî.’ Lê hevjîna min digot na, min bi xwe danî. Hevjîna min dev ji cerdevaniyê berda û tu carî jî poşman nebû. Dema ku ew cerdevaniyê berda ez gelek kêfxweş bûm. Em şer û kuştinê naxwazin. Dema kuştin dibe dilê me dayikan dişewite.”
 
Ji bo cerdewanan bang
 
Esmer, destnîşanî şerê Başûr kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet êrîşê Başûr û çiyayên me dike. Cerdevan jî tevlî van operasyonan dibin. Em dixwazin bila ew jî dev ji cerdevaniyê berdin û çêkên xwe daynin. Em li dijî şer in. Kesek cerdevan çawa çek digire destên xwe û diçe tevlî şer dibe. Ew jî kurd e. Çima vê tiştê dikin? Tişta ku ew cerdevan xiyanetê dikin. Divê dev ji vî tiştê berdin. Jiyan bi şer derbas nabe. Bila dawî li şerê bînin. Em xwedî li hevdû derbikevin. Bila dev ji cerdevaniyê berdin, biçin karekî dinê bikin. Em naxwazin ji herdu aliyan jî kes bên kuştin. Barzanî jî îro xiyanetê dike. Ew jî kurd e. Mirovek dema kurd be çawa vê îxanetê dike.  Baweriya me bi Barzanî nayê. Ji vê rêya şaş bila vegere. Divê Gelê Kurd rabe li ser piyan û di navbera xwe de yekitiya xwe ava bike.”